Di ramanekî azad de Guney û Kaya

Bi ramanekî azad dê Yilmaz Güney û Ahmet kaya, ew iro li jiyan buna, ji serokê AK Partiye re,  ji Serokwezire Tirkîye  Recep. T. Erdoğan’re, serokê we nû ên CHP’e, ji bo Kemal Kiliçdaroğlu û serokê MHP’e, ji D. bahçeli’re û BDP’eliyên ku bi esilên xwe Kurd û nûnertiya kurda dikin ewên çawa bi nirxandina.

a )- Yilmaz Güney û Ahmet kaya, ew iro li jiyan buna, ji serokê AK Partiye re,  Serokwezire Tirkîye  Recep. T. Erdoğan’re, serokê nû ên CHP’e, ji bo Kemal Kiliçdaroğlu û serokê MHP’e, ji D. bahçeli’re û BDP’eliyên ku bi esilên xwe Kurd û nûnertiya kurda dikin, ji sîyaset, rêvêbiriyên wan re, ji bername wan û tevgera siyasetawan re, ka çawanin ? Çi  pêyivîn ? Çêwa dikin ? Çi heq, huquqe, aramî, rêz û ahêngî avakirin û ser xistin ? e wê ji van siyasetvana re, bi çi awayî bi fikiriya na ? wan bi çi awayî bi nirxandina û çi bi gotina ?

Ez yek ji wan, heval û dostên wanî herî nêzikbum, ditin, bir, bawerî û hestên wana bi giştî gelek zelal kirî bi xetên qalin baş serwext bûm.
Ew ji bo hemû gelê Türkîye, ji bo pirsgireka herî mezin li Tirkîye, ya Kurda, ermen, asuri, çerkez, hwd. çi di fikirin û çi di xwestin, ew tişta ku di biranînêminde mayî, çi ji quwet û qudretamin hati ji bo rasti cîye xwe bibîne   e zê binivîsim.

Ev gotara min ji xwe re, bo wan, wek erk jibo bibîranina wan, ji rûmeta dostanî û biranînên hevrabunênme re, wek birakî, ji bo ditina wanî rast, ku ew çiqa bi dil û can ji gelên xwe hesdikirin / dixwestin, riya heri heq çi bû û wek hêvîyên çawa, ji bo gelê Tirkîye û Kurd’re dixwestin, li ser xwe, ji bo wan wek wezifêyekî ferz dibînim, ku ez bersiva wan, ji bo wan şexsîyetên hêja, bi navên Yilmaz Güney û Ahmet Kaya bidim.

Ji alî birêvebirên parti û endamên siyasîyên meclisa Tirkî vê, bi şiklên kar anîna navên herdû hûnermendên hêja, ên gelê Kurda, ew bi ser navên Yilmaz Gûney û Ahmet Kaya çawa, ew xelkê me di xapinin û dikin şîrîkên emelên xwey nê rast, ew wek ditina Yilmaz û Ahmet namêşînin, nê ji bo gel û azadiya wan, ew ji bo armanca berdewama hegomoniya siyaseta partiyên hişk û radikal ve diçin, ew pirtir di xizmeta sistema serdest, yek devlet, li dij demokrasiya rastin, li dij azadîya civate, ramanên azad, pir rêngîn re asteng û zilm, zor û tehdîtkar tev digerin û ev 90 sale dêf û dahola vê sistema bê edaletîya zorkeriya yek dewletî, yek Alâyî, welê dimeşînin.
Ji bo serdestiya hegomaniya xwe û bilindbûna şexse xwe serdesti heq, li dij mafê wek hevî, aramiya gel, bi salayê bi derewî ji gel re, bi vê sistemera ji bo xwe kar dikin.
Li ser gelê me, tevdana wan, bi hevalbûna sisteme re himbêz û dorbeçi dijîn, jibo hikm û emrên xwe dirêj bikin dikin û ev sistema heyî’ra aletin, ev sistema devletî ku li ser gel hikm xwe, bi awayek bê adalet dirêj dikin.

Serokên van partiyê Tirkîye, li meydana, ew fikr, rênin û xwestekên Yilmaz Güney, Ahmet Kaya, wek xwedi dertên tev digerin, xwe li ba xelkên me xweş dikin, bahsa, wana bi başi dikin, rast û qencîya wanî jibo gelê Tirkîyê pir hêjabûn, gotinên xwe xweş dikin, lê ew bi xwe jî li gor bir û baweriya wana, ji bo pirsgirekên gel çarê ser bikin nameşînin, bi eks ew di xizmeta bin pê kirina hemu mafên demokratik ên gel’in.
Bi berdewamî, ew dibêjin di wextê da, berpirsên siyasiyên berê, ên hukumet û dewlet li wan godari ne dikirin û wan bi tiştê nê qenc îtham dikirin.
Evaya gişt rastbûn.

Îro, ê vê di dibêjin, ew jî, hîlebaz, xapînok, nê başin û di bin de siyaseteke bi dû’rûyî, xeraptir dikin û dimeşînin.
Yilmaz Gûney û Ahmet Kaya re, ji fikr, qencî û başbuna wana re, bi awayek gelêk xerap û li wan, zilimî, zori hate kirin.  Ew henek kes, parti wisa difikirin, gotinên nê qenc ji wan ra di gotin, dibêjin / hê jî dibêjin. Ev jî rastin.
Lê iro ê vî dibêjin, bi her rengî xwe bi navên anîna heq ji gel re, xwe mezin û dewlement kirine, êwana bûne wek rovî, bi çiwala bahsa demokrasi dikin, le ew bûne xapînokên herî sereke û pisporên vê riyê, ew rewşa gel aloztir dikin, bi dahatûya qedera gel dilîzin û demek gelek xerab te derbas dikin. Ev siyasetmedar ser navên civak rabune pêdale, heq û emega gel bin pê dikin.

Ji aliyên din, heta vêga, li Tirkîye, ti saziyên devlete, bi hunermenda re, bi gelparêza re, ji azadîya mafên gel re nebune alikar, bila eks her tim wek dijmin tev geriyane.

Ji xeynî kesên welatparez, hûnermend û pêşveru, komeleyên serbixwe ên hûnerî, Ji bo şexsîyeta Ahmet Kaya, fondasiyon û malbata wî û fondasiyona Yilmaz Güney re, ji malbata wîre, ka AKP, Serowezir û hukumeta wî, CHP’yî, ji xeynî aletkirin siyaseta xwe û bi kar anîna berhemên wan, awana çi kirine ?

Lê piştre derket holê, ku ev berpirsên siyasîyên partiyên han, AKP, CHP, sozên wan, li ser navên haqîye, wek hevîyê di tevgerên wande, ti projeyekî wani giring, bo xweş kirina jiyana wêlat, wêk hêvîya heqê gel, ji ber çavên xwe avêtin û tûcarî ne birine seri û iro diyare ku ewê wan sozên xwe nêynin cîh, ewê berdewama xizmeta sistema zilimkar bin.
Ji bo çarêseriya pirsgirekên nav gel, bi vî mejîye Tirkîye, mafê demokrasiya rasteqin û axlep, ji bo xwestekên azadiya mafên gelê Kurda, li ser temelên siyasetêka sistema meclisa yek dewletî û bi hilbijartina pûş û valaye. Tirkîye ticar dev ji xapinokîyên berjevindiyên nijadî ewê bernedin.
Ramanên Yilmaz Gûney û Ahmet Kaya bi awayek tûnd li dij dtin û siyaseta han bûn û ew wek metodên faşist, diktator, înkarker didîtin û îthamdikirin.

Yilmaz Gûney û Ahmet Kaya : Îro, ev sistema han û bekçiyên wê, bi van tevdanên hana, ew ji ên berê, ji ên ewilî jî xiraptir dikin û xetertirin ewê bigotina, ji ber projeya wanî ser helandina mafên netewa Kurda.

Bê guman, ser navên başbun û pêsindana, Yilmaz û Ahmet, ji wan bi xweşî bahskirina wan jî, ji ber ku ew jimin û ji we çêtir zanin, gelê me çiqa ji wan his dike, ew van gotina, ji bo raya gel xef bikin, ku gel bigîhîjînin cem xwe, armancên xwe û berdewama vê sistema bê adaletê re xizmet bikin / dikin.
Ji bo başbuna xwe li cem gel, li hafa gel teyîd bikin, her tim di wexta seçimada dest bi derewa dikin, ew ji xalên bernamên xwey yek dewlet, yek al û yek zimanên fermiya naverok vala bernadin, hemû gelê Tirkîye û Kurda carekî din dixapînin, îrada gel bi wadên vala, berdewami esir dixwazin bigrin.

Li dij xizmeta adil, ya jibo wek hevîya hemû mafên gel tev nagerin, heroj bi navên şiyara DEMOKRASIYE derewek ji derewektir mezintir dikin, gelek diktator û diktatore herî mezin, HITLER serê ewilî nê bi vir û derewan, bi riya hilbijartina hate seri, bi soza anina demokrasiye û xelke xapand û hate ser hikim.
Ev 90 sale ku reberên siyaseta Tirkîye bi vî karê înkar, bi nîjadiya dijminî, li ser nê wek heviya mafên gelan li Tirkîye yê bi kûştin, girtin, bi macirkirin û tahribatên mezin, li dij ahlaqe dostani, birati, siyasetek jenosîdi meşand û hejî dimeşînin û bi serde jî, bê fê’dî wek ku qet tu tişt nebûye, îrojî cardin wek her dayim bahsa biratiye dikin.

Ya herî xerap ku em hinek Kurd jî aletin, ji van xapînokan’re carekê din jî, ji heqê û mafên netewa gelê xwe re, bi aqlî selim, bi bernameyekî netewî ne bi hevrenenê, nebûn yek û li ser esase berjevendiya mafên netewa Kurd, laiq dîtina wek hevîya gelan, li dij sistema yek dewleta cumuhuriyet Tirkîye û ji gelê xwe re, bi îradeyek azad, welateki azad, tev bi hev re bi cîh nanî, ji bo bi dest xistina jiyaneka maf’dar, bi rûmet û demokrasiyek rast  ji gelê xwe’re.

Ev jî ji dil nêgîhştin, nêfâmkirin û binpêbûna hebuna rûmeta nasnama, hemû hêjayîyên çanda me û hemû erda welate me, em timî bi fikrên berjewendîyên xweyî şexsî xew dikin û sibeyî jî, bi wî fikrî ji mala xwe dertên derva û dikevin dân û sitandinên xwe.
Ev sistema yek dewletî, bê pîvan heq nênas, înkarker, zilimkar û kûrmî dinav gelande cudakerî kûr dike, her tim di navbera civata gelande hemû nakokî ne qencî zindî dikin / dihelin, însanan jî ji hev bê bawer, dişikêde dihelin / dibînin, ev sistema kûrmî tedî şexsîyetên ên baş jî zu xistin nav cendera xwe û kirin aleta berjewendiya xwey ferdî û ew jî li dij mênfêta gel gorandin / goriyan û jiber vê yekê jî, em ji hev zû pêrçe, pêrçe dibin / dimînin, tên xapandin û însanên me bê pîvan, bê bernamekî zelal û netewî, ji cehaletî, wek mirida li dû şexsan, bê iradeyek azad, wek kerîyên pez, ji hemû hêjayiyên xwey netewî dûr dikevin.
Loma di berxwedan û xwestekên azadiya mafên gelê xwe da jî, bi vî awayî, em bi ser nakevin û tên xapandin.
Yek hêza meyî gel heye, ew jî ku yekbûnek li ser xal û sitûnên netewîya xwe çekirine, em çênekin, 40 miliyon Kurd, 90 salên din jî ewê her yek ji me li ber deriyan emrên xwe bi esirî derbas bike.

Bê yekitiya tevgereki netewî, li cem partiyên xêrib, bê welat, macirên welatên xerib, bê nasname, bi nasnama miletên êdin, bê al, li bin alên gelên xerib, bê marş, bi dengên marşên xelkên ên din, bê dîwan, li ber solên pîyan koledar, bê meclis, berdewama jiyana bê rûmet, berdevk duvik, perîşan û xulamtiya edin.
Divê nê evbe qedera me Kurdan, em vê qedera bê şexsiyeti red bikin, em heta sax bin, li maciriye, li esiriyê neminin, çiyayên me, zozan, deşt û xelkeme lêviyamene.
Em dixwazin li welate xwe serbixwe û bi xelke xwe re di bin alâ xwey Kurdistan azad bijîn digotin, Yilmaz Güney û Ahmet Kaya.

Di cîhanede dewletên serbixwe ji 400 hezar însani bigre, hetanî ku nufusên wanî digîjin10 miliyona, li dinye nezî 50 dewletên serbixwe hene, le dive cihanede tenê ên bê dewlet mayî 40 miliyon Kurdin.

Sosrata herî mezin jî ewê ku, gelek serdar û rêvebirên hinek kurdên me, ji gelê xwe Kurda’re ne dewletbûyîn laîq nabînin û ne jî Federasiyon.

Ev şaşiyên siyasetmedaran welê, kî dibe bila bibe ku gel bi bawerî bi îrada xwe dayiyê pey wan bi hêvîya azadbuyîne, le ew jî erka xwe, li hember gel bi cîh naynin, ew li dij ehlaq û etika rastinqînin, nê başbunê, zilme û bê hurmetiyek mezine ji wek hevîya navbera mafên netewa gelanre.
Bi dîtina rahmetiyê Yilmaz Güney û Ahmet Kaya re, ji gelê hemû Tirkîye, roj hilata navîn û hemû mirovatiye’re ev helwesta han siyaseteka xirab, qireje li hember mafên netewa gelê Kurde bakur û berdewama xizmeta şer û koletiye yê.
Ji bo ditina wanî rast, ku ew ji bo gelê xweyê mazlum, di riya azadîya mafê gelde, li vê Fransaye ku e jî eva 27 sala li vêdere pênaberim. li vê xeribîye me, ew di rewşên dijwarde, bi iradeyek mezin di riya maf û azadîya xelkê xwe’da jiyana xwe, li ser dan û li vê xopana xerîbiyê, li bajare Parise, çûn ser dilovaniya xwe, lê ew her tim, bi berhemên xwe, di vê jiyanê de, di dil û hişênmede şînkirî / zindîne û her tim e wê wisa jî zindî biminin.
Ji ber ku ew bi rasti sembol û rûmeta şervanên berxwedane bûn, dilxwazên dostaniyên nav gelan bûn, hûnermendên aşîtiye û kûlîlkên azadîye bûn.

Van siyasetmedarên rovi û xapinok, ku demokrêsiyê jî ji xwe re kirine mertel.
Serokwezir Recep. T. Erdoğan, K. Kiliçdaroglu, ji bo Yilmaz Güney, Ahmet Kaya û gelek hunermenden dinre, di gelek cîh, civîn û şevan û konferasanda, bi awayek mediyatik pesne wan, bi awayek ku laîqbuna wan û xwe, wek hev ditina wana, bahs dikin, lê diyare, ew hesabên fikr û bihna metod, ew ahlaqên Osmanli, romi û kemalist bi hemû sistema xwey bi yek alî, berdewama ne nasina mafên netewî, siyasi û çandiya gelê Kurdaye

1.)    Hê Sala 2006’da, Mahkemên navnetewî’ ên welatên yekbûyî, ji bo însanên kuştî, hîndabûyî cesedên wan û kûjerên wan bibine, li hemû dinya’yê, hêta bi hêtaye, bê sînorkirin, di her wext’de karibe bi şopîne, li dinyaya yê, ji 20 welatên mayî Tirkîye, Serokwezir R.T. Erdoğan, ewî îmze nêda û red kir.
Pirs jê hate kirin, çima îmze nakî ?
Ji ber ku Tirkîye, e wê nikaribe ji ber vî bari derkeve û erka xwe di vî warê de, nikaribe bi cîh bîne. (dê kinge bi cîh bîne, 90 salek din bi şûnde )
cardin pirs jê kirin Çima ?
ji bona vê meselê hin zanistiye xwe heme gotiye.
Ev mana, xwedî lê derketin û parastina kûjerên 17 hezar însana ye û berdewama siyaseta tehdît, kûjerîyê ye, berdewama siyaseta înkar û qetliyam, asimlasiyon, helandin, xelasi û esir girtina Kurdayê.
çav kanî ji nav peymanên welatên yekbûyî – Kurtuliş.Tayiz, nivîskarêTaraf-

2.)     Îtraz û red kirina wîya, fermi bûna perwerdeyî bi zimanên Kurdî, nê azadkirina hemû girtiyên azadîye, demokrasi û aştixwzên esil Kurda. Redkirin û nê tahmûlkirina xwe îfadekirin û parastina bi zimanên Kurdî li mahkema, rêz lê ne girtina hesasiyetên netewa gelê Kurd. Ala wî û mafên wanî siyasi, abori, çandî netewî, navên welate wî Kurdistan, ev siyaseta înkarker ne tahmulkirina hebuna rûmetên gelê Kurd  û bê şexsiyet kirina gelê Kurd bi xweye.

3.)     Ev çar (4) salên beyî, hazirî û xebatên wanî ji bo têk birina mafên netewîya Kurda, mozaîk kirina kurda, ango anîna hindek azadiyên ferdi, di komisiyonên Avrupa’da.
Anina hindek reformên Sistema encumentîya Aboriya Eyaletiya Fêransa û Almanya, li Tirkiye jî bibe 25 eyalet, Kurdistana bakur ji dikin 5 pêrçe û bi temamî AK parti rêberiya wê dike.
Paradoksa heri ecep, eve ku proja xweseriya demokratik, bi navên yek welateme li Tirkîye, demokratik Kemalist Cumuhuriyeta PKK – DTP, di xizmeta wê daye û ku hemû çepên tirak, CHP jî di pareze û MHP jî pişgirî didine ve piroje û ancak bi vî awayî 20 miliyon Kurde bakur bixapînin, perçe, belaw û bi helînin, ji bo pêşî li ber Azadiya mafên netewî, siyasi hukukî û çandi bigrin û Kurda bi helînin.

4.)     Ji bo pêşêroje, karibin her tim, bi navê yek pariya Tirkîye, şidetê jî karibin bi kar bînin, avkirina tîmên leşkeri ên profesiyonel, Nê rakirina sistema cerdewanî, di deftera  sor da, ên erkanê leşker de, tekezîkirina xalên sor jibo peşî lê birina Kurda. Dizî û vêşarti hiştina bûdça leşkerî jî, ev tenê bi serê xwe gelek bi fikarîne / metirsine, li gor demokrasiye û huquqên navnetevî jî nê meşrûne, ji bo pêşeroje, bi pera ew rêve biriyên bi dizi, bi riyên nê qanunî, bi misyonên haziriyên tevliheviya nava civatê, sîxûrî, kûjerî, hindakirinên însanên pêşeng, demokrat û welatparezên rast, hwd.
Ev mijara bûdça erkanên leşkeri gelek cara, ji ali niviskare Tarafê, bi rêz Ahmet Altan bi nivîsên xwe anîye ziman, di qunciqa xwe de, li ser vê mijarê gelek cara anîye ziman û mijarên din ên mûhîm, ku li ser esasên haq, huquqên berjevendiyên gel parez û ji bo Demokrêsiyêk rastin gelek rexneyên di cîde, li AK Parti, Serokwezir R.T.Erdoğan û li hûkûmeta wî kir /dike, ku ew dev ji soza xwey bere berdaye, bi rêyekî xerap ve dimeşe, le rexne dike û bahsa wan xalan dike, ku ew mijarên han, sûtûnên ji bo avakirina demokrasiye ne, dibeje.
Le ew erka xwe bi cîh nê anî û dev jê berda, ev helwest ji bo demokrasiye gelek xeterên mezinin kare bîne.

5.)     Ne girtin û ne mahkemekirina gumanbarên 12 îlone, hukumet, dewlete hêjî erka xwe li hember mexduran û tahribatên 12 îlone nê anîye bi cih û her cara bi bi sebebên vala rojeva welat siyaseta xwe dikin, pirsgirekên heyî didin jibirkirin, ev mana berdewama siyaseta qireje li hemberi mexdurên gel.

6.)     Ev 10 sale taxirkirina gelek mijar û derxistin, legerinên û mahkemekirina liser kûjerên Kurda, ku di bin perda devlete, bi emrên rêberên devlete, hukumetên ên wê demê, plankerên kûjerrîya Hrant Dink û nê avakirina komisiyoneki rastin, ji bo kuştiyan bi firehî, ji bo van bûyeran, da ku edaleta rast têkeve rê / cîh û heta nê hebûna tahmula wana, bo gotina Kurdî bi xwe.   Her tim di peyvên xweda pirtir, ew bi gotina (lehçeyên me / lehçeyêkî) Tirkîye, timî bi kar anina wan. Ev mana wê, ewe ku, ew bi projên xwe, bi saziyên fermî re, ji azadiyên qismi wêdatir ewê nekin. Îro em nezikî, Wexta seçima re, gotinên wan karin fire bejin, ji bo rayên gel û kurda bistinin. Lê di bingehên peyvên wanda, bine gotinên wan walane û projeyên hemûyan jî, li ser esîr hiştina gelê Kurd û hikimên xwe / ser destiya dewleta xwe li ser gel avakirine. Serokwezir pirtir berê xwe daye proja xwey şexsiyetî, ber bi sistema serokatîyekî bi hêz avake di xebite.

Ew ji bo ku raya gel, ji xwe re bi çerxîne, ji xwe re, ji bo ranta iqtidara xwe bi serxin, navên mirîye me jî û gelek siyasetmedar, hunermendên sax û vê paşiye ozane denge Kurda Şivan Perwer jî xwestin bi kar bînin / hinik jî nûnerên me Kurda, BDP’yî, car bi navên Kurdayetiye, demokrsiye û car jî bi şûr û mertelên xwe tehdîdên xwe weşandin, çi balkêşe rengên wan jî, bernamên wan û metodên wan jî çiqa dişibin partiyên rejima yek dewleta zalimên Tirka carna ev gotinên hevalên wan bixwene.

Ji berdewamiya kêmasiya siyaseta BDP’ jî hin tekoşîn, ji riyên rast dertên tevli hev dibin, ji ber hêjariya bernama wan, xwestekên wan jibo netewa Kurd, xwestekên wan ji bo zimane Kurdi fêrbun, an jî bi fermi buna perwerde bi zimanên Kurdi mirov jê wan bi zelali derna xe, gelek welatparez bi hevîya vê xala Zimanên netewî ku BDP li ser perwerde û fermîbûne Kurdî bi israr bê, ewê bi wan re hêzen din karibin dest bi îtifaqa netewî bikin. heri zaf di vê xala zimanên Kurdi’de, ku ew zelal bin  digijin hev wekî din hew.

BDP’liyên me Kurda, ew li pey şopa demokratik cumuhuriyeta Kemalist û li du qîmêta tifaqa tawan mihîme, nê tifaqa temel, ya Kurd.

Ya yekitîya 17 grubi, rexistin û partiyên çep ên Tirk, ew gişt bi hevre, ji yekitiya Kurda berz û giran bihatire û em tev jî zanin, ev 17 rêxistinên çepên Tirka, li dij mafên azadiya netewa gelê Kurdistanêne. ji bo nê avabuna biloka yekitîya netewa Kurd, piştre BDP’ya Kurda, nê danina berendam li gelek bajarên Tirka, bi rayên kurda hilbijariya Tirka û ji tifaqa Kurda pirtir, bi CHP’re û ku ew jibo teşvikirina rayên Kurda herin partiya CHP’ya ergenekon parez’re ewê tevbigerin û vê helveste han ewê zerarek mezintir bidin dahatûya rizgarbuna gelê Kurd.

CHP’yiya kemalist diwarên herî mezine li pêşîya rizgariya Kurda.
Bê guman ev tevdan û dengdanek BDP welê gelek li dij xeta azadîya kurdane. Gelek welatparêzen Kurdên BDP’li ji siyaseta Partiya xwe sarbune, ji tinebuna alternativa bloka netewî di ciyên xweda seknandi mane.
Bê birsiyariya ne netewî welê e wê behtir, dilşikestinek gelek mezintir di dilên hemû endamên welatparezên nav xweyî, nav BDP’de çêke / çekirîye, gava rast nebe ewê jê veqete.

Serokwezir Recep T. Erdoğan, ew car bi Suriye ra, car bi Iran û welatê eraban re, welatên asyayê, pêşengên wenêy wî, li ser portretên wî û bi şiklên bi madeliyayan xelatkirina wî, ku jê re laîq dibînin kîne ? ew sistemên wan welatan, ka lê birênin çawa yek bi yek li pey hev, gelên wan wan tinin xwar, çima yek welateki demokratik wî hêjayiye xelate nabinin.

Ew serdariya ji bo planên mozaîk kirina Kurda, ji hemu mafên wî netewî xesip kiriye, berdewama vê plane dike, lê li hemû roj hilata navîn û li meclisa Avrupa ye û bajare Almanya, ji bo hem welatiye xwe dobra dobra demokrateki gelek çetine, di cîh dayê û ji nê meşandina pêrwerde bi zimanên Tirkî’re jî, wek qetla mirovtiye dibine / dibêje.

Lê Serokwezir Recep T. Erdoğan, ji bo zimane Kurdî, tişte wisa çênabe, zimanemey perwerde bi Tirkîye, dibêje.
Kurd li ser xaka xwey Kurdistana bakur 20 miliyonun, bi hemû awayî ev 90  sale di hemû jenosida de derbas bûne û ew divên li Tirkîye demokrasi heye, ku qimate jî nayê, derkeve ji vir here dibêje û ji welateme dixwaze me bi qewirine. Sedam  Huseyin jî Kurda ji kerkûke derdixist û Ereba tani dixist şûna wan.

Ew bi tevî hukumeta xwe, bi hemû kurumên dewlet’re û partiyên ên din re, ew ser vê mijare tev bûne yek û em gelê Kurd, gelek ji hev bela wela, van tevdanên hesabêb partiyên Tirka  heta serê kûçê jî nabînin û bi sed hezaran  bi rayên xwe irada xwe dixin destên wan. BDP liye me jî, bi bernamên xwe, wek CHP, AKP bi haho û bi halla, halla, bi nexweşîya li bin nasnama Tirkî li ser riya meclisa ANKARA û parlemenîya Tirkî, pir bi hêvîne û ji hem welatiyen xwe re gelek aqil froşin, Sibe ji CHP’re, dawa rayên Kurda, ji 17 refên wanî çep girî, di xizmeta xetên yek dewletî û ji MHP’yên, nijadî re jî, li hember AKP’ye carna demokratbuna xwe ispat dikin û parezvaniyên wan dikin,  kî zane qe MHP jî, wek Kurda, ji ali dewlet, hukumeta AKP’ve, zimane dayika wan, Ala wan, Nasnama wan, Mafên wani siyasi û Marşa wan hatiye qedexe kirin belkî, loma parezvaneme merxasiya xwe ji bo bin pê bûna mafên MHP bistinin, wek dîka û li ber alên Tirkîye wêneyên xwe digrin, ji vê sekna BDP liyên Kurda’re ez tiştek fâm nakim, BDP’yên me,ka bila carek jî li bin ala Kurda û marşa Kurda deste xwey raste deynin ser dilên xwe.

Serokwezir Recep T. Erdoğan, li dû şopa dirokêk xwey diktatörî û li ser vê serdema mey nû, ji bo saltanata xwe avake birê ketiye. Ew ji wan dirok, çirok û çanda Împaratoriyên berê pir bi tesir maye, ew li pey mezinkirin û avakirina Tirkîyekî li bin navê xweye, ev helwesta, kare gelek bi tiştên xetere jî bi dawî bên.

Em hemu Kurd jî, di vê rewşede, li hember wan xeterên ên beyî hazirbin, bi awayek zû û xurt, li xwe pirs û vegerin.
Kurd bi itîfaqa netewî, bi hemû rengên cuda ê civata nav xweyî, bi rêzgirtin, bi biryar û bi peyman, yekitiyek xurt, biloka netewa xwey demokratik damezrinin û bi tekoşinek rûmet li hember nirxên asimlasiyon, koletiye, bi xelke xwe re, li welatê xwe, li ser xaka bav û kalê xwe, jibo jiyanek bi rûmet, hevdem, demokratik berbi mecliseke netewî ava bikin û di bin Ala xwey Kurdistan’de azad bijîn dê bigotana Yilmaz, Ahmet û gelek serok, siyasetmedar, rewşenbir û nivîskarên meyî koç bûyî.

Ev helwesta dive bê meşandin, e ve laiqe gelê Kurda, em heqê xwe hene, em xweyê irada xwene û em zanin jiyanek, demokrasiyek çawa ji xwere dixwazin. Bi planên, xwestekên berdewama sistema, xwedigiravi bi navên birati, dinî, yek dewleti mezin, modern û bi destên dû’em pişo, pişo, kedîkirî û bi dîzayina, bi telekomandayan jiyana ku jimêra dixwazin û mecburdikin em wê jiyana girêdayî, biratiya xapinok û koleti naxwazin, em bi irada xwe azad, xwedî hemû mafên xwey netewî û dostaniya hemu gelan dixwazim di got û wê bi gotina rahmetiye Yilmaz Güney û Ahmet Kaya.

Serokwezir Recep. T. ERDOĞAN çawa bahsa wan dikir ; Di wextêda tu kes, nê dixwest li wan godari bike, erîşên xerap li wan kirin, nê dihiştin ku ew berhemên xwe azad bi afrinin û xwe azad îfade bikin, êrîş li wan dikirin, projeyên wanî hêja, ji bo gel, li wan qedexe dikirin. Evana tev rast bûn.

Lê tijî ji wan hê xiraptir diki, ev bi salaye wek serokwezir û bi hezara keç, law, bab û babirên Kurda di zindana da didi rizandin, Gunehkarên 12 îlone hejî kefa xwe dikin.

Serokwezir di hevditin û civina hunermenda li Istanbole sala 2010 :
Yilmaz Güney û Ahmet Kaya, bi rasti jî ew di çaxê xwe da, zirekên hevdemên gelê xwe bûn, li wan godari hatibûna kirin, iro halê gelê me, welateme ewê nê divî halida buna û li baş mayînbûna’mê kesên wek wan fedekar, dixwastin gelê welate xwe bi berhemên xwe şiyarkin û têxin riya rast.

Serokwezir Recep T. Erdoğan, berdewami ; Le li wan hêjayiyên kûrên welat nêheqî, zilmî û haqaretî hate kirin û li xerîbiye, bi hesrêta jiyana welate xwe ji jiyana xwe bun, emê wan ticara ji birnekin û bi mana, emê xwestekên wan bi cîh bînin.

Bê guman ev gotinên han, wexta ku ez bi xwe jî pêhisiyam dilêmin şad bû, singamin berz bû û hêvîyên delal, bihna fûhrandina azadiye hatibu ber pozêmin, mêjûyêmin û min bixwe jî got ku, weyî tû ser çavên mira hati, tû dereng mayî, lê tişnake, tû diza jî, bi xêr hati.

Û di dilê xwe da gotim va li Tirkîye edî serokwezirekî hêja pêydabûye, bi aqil û heq xweş bi xêra gel, ew jî jibo gel derketiye, ewê pirsgirekên ên Tirkîye bi hemu zilma xwe’re ru bi ru bike, jibo bawariya gel ava bike, kiryarên 12 îlone 1980, ewilî ewê xerabî û berpirsên hemu kûjerên bi hezara Kurda derxe holê, nêbaşiya fikrên nijadî pûç bike, dû re, pirsgireka herî mezin ya Tirkîye, meselên Kurda, çerkezan, elewî,ermenî, sûryanî û hemû etnisît, olan ewê helbike û Erkanên eskerîye, ewê wan li cîyên wan’de rûnine û demokrasiye li Tirkîye, hêdî, hedî bi cîh bike. Îdî azadî, adaletî, aşitî û aramî jî di rêdaye fikiribûm.
Jibona wê bi hêvîyek mezin, min jî, ji bona referandume re bo gorandinên kanûnan ji bo hilbijartinên 12 eylûne re, gotim têrnake û nê bese, lê ejî gotibûm erê.

Le na, wa nê wisa derket û Serokwezir xweyê wan sozên xwe derneket, wa ew jî alo tewşo û siyaseteka xwaro maro dimeşîne, ji kewle Ahmet Altan’ve erê welle heyf û yazok be ji tera jî, ku te soza xwey dayi bi cih nani.

Ji bo ku zincirên koletiye, bê rûmetiye, karibin bişkînin / rakin, pêşengên Kurda divê yekem tişt yekîtiya nav xwe, bi rêzdari, bi siyasetekî gelek zana û pêşketi netewî çekin, rakin ser pîya û em îdi ne di wan demên 1980’e dane, ev dem dema siberê ye, sms. I mail, msgr, telefonên destaye.

Ji bo welate xwe, li ser erda xwe serbixwe, karibin bin Alâ xwe Azad bijîn, di riya yekitîyek netewîde, em Kurd giş bi hevre.

Ji wera qewetî û serkeftin dixwazim.

Ewê berdewam be.

25.4.2011

Şûayip Adliğ

[email protected]

Nerîna min :