Civak

Polis 6 nûnerên kurd binçav kirin

Piştî ku 10 kesayetiyên kurd gihane ber derê Civata Wezîran li Şamê ew ji aliyê hejmarek mezin ji hêzên ewlekariyê ve hatin pêşwazî kirin.

Yekser piştî ew gihabûn avahiyê polîsan 6 ji wan binçavkiribûn, nasname û belgeyên wan bi zorê ji wan standibûn, di dema ku sê kesên dî ji nûneran karîbûn hêzên ewlekar razî bikin ku ew nûnerayetiya kesên bê nasname dikin û ew dixwazin nameyekê bighînin Serokwezîr. Li gor nûçeyekê ji Navenda Ragehandinê ya Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûrîyê hate zanîn ku kesên binçavkirî piştî 1.5 saat serbest hatin berdan piştî ku hevalên wan ji hundurê avahiya Civata Wezîran ji berpirsên ewlekar re daxwazên xwe şirove kir bûn.

Herweha hat zanîn ku hêzên ewlekar name ji dest wan girtin û nav û navnîşanên wan û hejmarên telefonên wan jî ji wan standin û ji wan re gotin ku Serokwezîr Nacî Alitrî mijûle lê eger dema wî hebe dibe ku îro êvarkî wan bibîne. (CivataXortan)

Back to top button