Nivîsar

Bihna çareseriyê!

 

Di van rojên dawî de li Bakurê Kurdistanê livike berbiçav di riya çareseriya pirsa kurdî de tê kirin. Ji Başûrê Kurdistanê ta Emrîka û Bexdad, Enqera, Amed, Imralî û Qendîlê di nav hewildana peydakirina zemînekî çareseriyê de ne.

Wa xuya ye ko çareseriya  miletê Kurd hêvî dike wê di vê qonaxê de ne di rojevê de be, û di şûna wê de tê gomankirin ko wê hinek gav ji bo çareseriyê bêne avêtin..Ta van gavan jî ne zelal e bê wê çi bin..Lê bê goman wê destkeftiyên kurdan li gor hêza wan be..Her alî wê bixwaze bi baştirîn destkeftiyan ji vê qonaxê derkeve..Navlêkirina vê qonaxê jî bi wate ye, ji ber ko aliyê turkan bêtir basa aşîtiyê dike û weke prosêsa aşitiyê bi nav dike, lê Kurd weke gavên çareseriyê dibînin..Gelo zimanê ko ji bo raya giştî tê bi kar anîn ne eynê zimanê ko bi nehênî tê bi kar anîn, yan jî bi rastî herdû alî bi du dîtinên cuda li pirsê dinerin.? Yan jî gelo aşîtî û çareserî ne herdû aliyê yek pereyî ne ? Dem wê rastiyê nîşanî me bike..!

Balkêş e ko ev cara yekê ye Turk basa hevdîtinan bi Ocelan re dikin, û ji aliyê xwe ve serokê PKK dibêje ko kesên sivîl bo dîtina wî têne Imralî..Berê leşkeran ev hevdîtin dikirin..Gava ko hikûmet bi van gavan radibe êdî bi xwaze ne xwaze tê wateya ko PKK weke muxateb tê girtin..Ev gav girîng e..Ji ber ko aliyê kurdan tim di xelekekê de dizîvirî û nedikarî ji bo danûstandinan  muxatebekî nîşan bike..Imralî tavêta ser milê BDP, û BDP tavête ser milê Qendîl û Imralî û Qendîl digot Imralî edrês e..û hwd!!

Di her rewşeke weha de aliyên li himber hev, hêzbûn û lawazbûna xwe dinirxînin..Mixabin hêza kurdan ne li gor xwestinê ye, û lawaziya aliyê kurdan di vê qonaxê de ji xwestinên wan î qels û kêm tê, û ew jî, ji roja girtina serokê PKK tê, ko xwestinên kurdan ji serxwebûnê anî kêmtirîn û qelstirîn ast û xwestin weke dêmokratkirina komara turkî, mafên hemwelatiyê û bidestxistina mafên kultûrî û carna jî bi stratîciyên ne riyalîst weke konfederasyona Rojhilata Navîn, û hwd..!!Bêyî ko em têkevine axavtina li ser xwestinên rewa yê miletê Kurd li Bakur, ez dixwazim bêjim ko gava mirov bi xwestinên kêm têkeve bazaran de, mirov wê bê goman ji xwestinên xwe kêmtir bi dest bixe, ji ber ko herdû alî neçar in ko ji xwe deynin da ko bigihine xalên hevbeş û li hevhatinekê..Loma Kurd bi van xwestnan nikarin destkeftiyên girîng bi dest bixin, lê weke nimûne, eger kurdan federalîzim bixwesta hingî belkî bikarîbana di encama bazar û danûstandinan  otonomî bi dest bixista..!

Yek xwestineke pir girîng di vê qonaxê de heye gerek e Kurd bi tundî li ser rawestin û qet jê neyêne xwar, ew jî perwerda bi zimanê kurdî ye..Ev xwestin wê miletê Kurd wekû miletekî din bide xuya kirin û wê cudabûna wan ji Tukan tekez bike û wê rê li ber polîtîka asîmîlasyonê (ko mixabin li Bakur bi ser ketiye) bi timamî bigre..D encama perwerda bi zimanê kurdî de wê guhertinên pir girîng di warê kultûrî, civakî û siyasî  de peyda bibin û prosêsa netewebûnê bileztir û saxlemtir bike..Loma eger  hêza kurdan têra xwestinên siyasî mezin neke, pir girîng e ko vê xwestinê bi her hêzî û awayî bidne pêş û qet kêmtirî vê yekê nepejirînin..Herweha girîng e ko asta xwestinên xwe bilintir bikin ji bo ko karibin di marîjînalekî baştir de bilivin.

Em nizanin ev qonax wê çawa bi rê ve here, lê ya xuya ew e ko wê ne bê astengiyên zor û tund be û wê car caran şer jî derkeve, ji ber ko hîna li dijî van guhertinan hêzên xurt di civat û siyaseta tirkî de hene, û eger em prosêsa tesfiyekirina Ergenekonê jî têxne tabloyê de hingî em ê bibînin ko hîna rêyeke dûr bi kaş û kelem di pêşiya çareserkirina pirsa kurdî de heye..Lê ya rast jî ew e ko her çiqasî prosês tûşî zehmetiyan jî bibe , wê gav her bi pêş ve bêne avêtin û qet ne mumkin e ko jiyana miletê Kurd li Bakur weke berê bi rê ve here..Hinek gav ji bo çareseriyê wê bêne avêtin, lê çi ne? û çawa ne? û ka gelo wê bi dilê kurdan bi tevayî bin? ew hîna ne xuya ye.

Yekgirtina gotin û helwesta Kurdan jî dikare roleke erênî di vê qonaxê de bilîze, û di şûna siyaseteke partîtî teng de, siyaseteke kurdistanî hevbeş bê bi rê ve birin wê kurdan bi hêztir bike li himber turkan û bê goman wê encamê yekîtiya kurdan bastir bin ji parcebûn û cudabûna wan..Loma ji her alî tê xwestin ko nakokiyan deyne aliyekî û bi hişekî netewayetî qonaxê bi rê ve bibin…

Kamîran Haco..
5/10/2010.

Back to top button