Mafê heyvanan binpê nekin
Ez zanim wê ji we gelek bibêjin “ Me mafê mirova çareser kir ji me kêm mafê heywana mabû ! “ Belê di nav jîndaran de ê pir tê perçiqandin, ezîyet dibîne heywanin mixabin. Ev babet jî hewceye bê zanîn û bê nirxandin ji bo mirovatî yê.
Çawa dewletan sîstemek li ser mirovan damezrandîye li wan desthilatdarî yê dike, mirovan jî li ser heywanan sîstemek damezrandiye. Mirovan bi her awayî ji heywanan ji bo berjewendîya xwe fêde dîtîye, lê dîsa jî tu carî mafê heywanan ne parastine. Ji hêza heywanan, ji goştê heywanan, ji postê heywanan, ji pûrta heywanan,ji çermê heywanan, ji hêka heywanan, ji şîrê heywanan, ji hirîya heywanan, ji mûyên heywanan, ji hestûyên heywanan heta ji pişkûl û gûyê heywanan fêde dîtine. Bi vegotin fêde girtina heywanan nayê gotin, hewce jî nîne; çimkî her kesek vana zane. Sed mixabin bi mafê heywanan nezane.
Heywan jî aferîdeke, di cîhanê de xwedî mafe. Mirovê camêr, xêrxwaz divê wek mafê mirovahî yê mafê heywanan jî binase û bi parêze. Kesê li dij mafê heywanan ne rêzdar be hûn bawer bikin li dij mafê mirovan jî ne rêzdare û ne dilsoze. Yek heywanek li cîhanê ne zêdetî ye, gorî ahengê hatîye afirandin. Wexta cûreyek heywanan bê qîr kirin, bê tunekirin; cûreyek din jê zerarê dibîne. Ahenga xwezaî xerab dibe. Ekolojîya cîhanê yek alî têk diçe. Dîsa ji vî xesara mezin mirov dibînin.
Bê sedem qesta kuştina heywanan nekin ! Nêçîrê bi sînor û bi berpirsîyarî bikin !
Li heywanan êşkence û ezîyetê nekin !
Heywanan birçî nehêlin !
Bi heywanan re kirarîyên neçê nekin !
Ji heywanan hez bikin, ku ew jî ji we re bi xêr bin !
7 Cotmeh 2010
Tevger ÇEKDAR
Nîşe: Hefteya mafe heywanan bu sedema vê nivîsarê bi kar anînê.