Le Monde tê mala we!
Rojname, ji vê hejmarê ve ji bo xwendevanên kurdîhez kampanyayekê dide destpêkirin. Le Monde diplomatique kurdî, dê ji bo sê jimarên xwe yên mehên îlon, cotmeh û sermawezê abonetiya hewre dide destpêkirin. Li gor vê yeke, 1000 kesên pêşîn ku navnîşanên xwe ji me re bişînin dê bi awayek hewre (belaş, mift) bo sê mehan bibin abone. Xwendevan dikarin navnîşanên xwe bi rêya [email protected] bigihînin me. Kesên ku dixwazin van hejmarên rojnamê bidestbixin divê tevî navên xwe navnîşanên xwe jî bêxeletî û bi awayek vekirî ji me re bişînin.
Rojnameya Le Monde Diplomatique kurdî, di dawiya sala derbasbûyî de dest bi weşana xwe kiriye û berhema yekem ya IKMG’yê ye (International Kurdish Media Group). Navenda wê li paytexta Almanyayê li Berlinê ye û hewl dide ku di siberojê de jimara berhemên xwe zêde bike.
——————————————————————————-
HEJMARA MEHA ÎLONÊ YA LE MONDE DIPLOMATIQUE KURDÎ DERKET.
Di vê hejmarê de li ser rojeva polîtîk û civakî ya Kurdistan û cîhanê nivîsên cur be cur hene.
Rojnameya kurdî ya ku hejmara bihurî soza destpêkirina arşîveke bîra siyasî ya Le Monde diplomatique’ê jî dabû, vê hejmarê soza xwe girtiye û yekem nivîsa arşîva siyasî ya Kurdan belav dike. Di vê nivîsê de ku nîsana 1970’ê di Le Monde diplomatique fransî de hatiye çapkirin, lêkolîner û mamosteyê dîroka kurdî yê wê demê Jean-Pierre Viennot bi sernivîsa “Pirsgirêka kurdî: bextreşiya milletekî bê dewlet” ve behsa rewşa Kurdan ya siyasî û civakî ya sala 1970’ê dike û giringî û bandora peymana 11’ê adara 1970’ê û otonomiya Kurdistana Iraqê dinirxîne. Di vê nivîsa ku nîşan dide ku Kurd li Ewropayê kêm dihatin naskirin de, lêkolînerê fransî dide zanîn ku Turkiye, Îran û Sûriye ji hebûna Kurdistaneke otonom dê ne razî bin, lewre ew ditirsin ku Kurdên welatên wan jî heman daxwazan bikin.
Le Monde diplomatique kurdî, di vê hejmara xwe de cîh daye du nivîsên li ser rewşa Kosovayê û serxwebûna wê. Nivîsa yekem ji aliye Jean Arnaut Dêres ve bi sernivîsa ‘’Hêz û Sergêjiya Dîplomasiya Sirbî’’ ya duwem jî ji aliye huqûqnas Celîl Kaya ve bi sernivîsa ‘’Biryarê Kosovayê û Daxwazên Kurdan’’ hatiye nivisandin, ku di civata Yekîtiya Neteweyan de tê munaqaşekirin û vê rewşê dişibîne rewşa Kurdan. Di nivîsa têkildar de peywendiyên Kosova û Sirbistanê bi awayekî berfireh tên analîzkirin û rêyên serxwebûna Kosovayê tên şayesandin. Bi dû re jî, di rewşa Kurdan de behsa îhtimala pêvajoyeke bi heman rengî tê kirin.
Di nivîsa Ilhan Kizilhan ya bi navê “Ziman û kontrola ramanê” de, nivîskar destnîşan dike ka çawa ziman û wendabûn an jî guherîna wî dikare bibe sedem ku nifşên nû û yên berê nikaribin ji hevdu fahm bikin û peywendiya di navbera heyaman de ji binî ve qut bibe. Lêkolînerê kurd vê rewşê bi taybetî jî weke siyaseteke desthilatdariyê nîşan dide û ji gund û bajaran heta bi gîha û kulîlk û ajalên ku navên wan hatine guhertin, nimûneyan dide.
Versiyona fransî ya Le Monde diplomatique’ê vê mehê bi navê ‘’Krîza Mezin’’ dosyayek amade kiriye û cîh dide nivîsên ku hevûdin temam dikin. Ev nivîs, nivîskar û naveroka van babetan weha ne:
Di nivîsa li ser Brezîlyayê de, Geisa Maroa Rocha, bîlançoyeke serdema serokê brezîlî Lula derdixe û nîşan dide ka gelo xelkê brezîlî ji wî dilxweş bûn an na. Till van Tereeck jî li ser paradoksên aboriya alman rawestiyaye û nîşan dide ka gelo mirov li ser Almanyayê û aboriya wê çiqas rast dizane û çiqas jî çewt.
Benoît Francès û Laurent Bonelli li ser pirsgirêkên navxweyî û yên derveyîn ku li Fransayê bûne rojev nivîsandine
Francès, behsa guherînên peywendiyên Fransayê yên bi Ruwandayê re dike û ji xwe dipirse ka gelo mirov dikare ji bo berjewendiyên stratejîk êşên qirkirina Ruwandayê ji bîr bike. Ji hêla xwe ve, Bonelli jî behsa pirsgirêka ewlekariya navxweyî dike û metodên ku dewleta Fransî ji bo çareseriya pirsgirêka ciwanên banliyoyan danîne ber xwe, rexne dike. .
Isabelle Thireau’yê jî bi sernivîsa xwe ya ‘’Lênûskên Karkirên Çînê yên Gazindan’’ di heman çarçoveyê dinivisîne.
Louis Imbert di nivîsa xwe ya vê hejmarê de li ser Talîbanan sekiniye û bala xwendevanên xwe dikişîne ser rastiyeke ku kêm kes dixwazin bibînin. Gelo pereyên Talîbanan ji ku tên? Imbert, di nivîsa xwe de destnîşan dike ku bazareke şerrî hatiye avakirin û herî zêde jî Talîban ji vî şerrî dixwin û alîkariyên ku dezgehên ewropî yên sivîl li Afganistanê dikin jî di bin destê Talîbanan re derbas dibin. Ev dibe sedem ku mirov gumanê ji masûmiyeta alîkariyên mirovane jî bike. Imbert dide zanîn ku bêyî destûra Talîbanan tu kar nikare were meşandin û ji bo meşandina karan û avakirina rê û nexweşxane û dibistanan, divê mirov bacê bide wan.
Du nivîsên balkêş yên din ku di rojnameyê de hatine weşandin, dê bala xwendevanên kurd bikişîne: Yek jê, li ser rojnamegeriya înternetê ye û bi nimûneya malpera WikiLeaksê ve tê destnîşankirin, bê çendî agahiyên me yên di derheqa rojnamegeriya îroyîn de cihê nîqaşê ne. Nivîsa din jî balê dikişîne ser çanda girseyî û referansên wê yên ku îroj di qada siyasî de tên bikaranîn. Nivîskar Henry Jenkins nimûneya fîlma Avatar dide û destnîşan dike ku milîtanên filistînî û îsraîlî xwe bi rengê şîn boyax dikin û diçin xwepêşandanan. Jenkins ji vê nimûneyê dest pê dike û rola referansên çanda girseyî ya di siyasetê de dinirxîne.
Le Monde diplomatique kurdî vê hejmarê beşekî nû bi navê “Kultur-Polîtîk” vekiriye û tê de bi çavekî polîtîk behsa berhemên kurdî jî dike. Di vî beşê ku ji aliyê nivîskarê kurd Kejo Bajar ve hatiye amadekirin de, vê hejmarê, behsa Oryantalîzma A. Jaba û Mela Mehmûdê Bayezîdî dibe û pirtûka bi navê Adat û Rusûmatnameyê Ekradiye tê naskirin. Herweha, nivîseke din jî bi navê “Kulliyata Kurmanciyê”, behsa çapa 40 hejmarên kovara Kurmanciyê û girîngiya wê dike. Di vî beşî de, vê hejmarê danasîneke nirxandinî ya romana nivîskarê xelatgirê Nobelê, Coetzee, ya bi navê “Li benda Barbaran” jî hatiye belavkirin.
Nivîsên vê hejmarê ji aliyê Îbrahîm Seydo Aydogan, Luqman Guldivê, Ergîn Opengîn, Yaqûb Karademîr, Ahmet Dere û Lutfu Ballikaya ve hatine wergerandin û redaksiyona rojnameyê jî ji aliyê Îbrahîm Seydo Aydogan ve hatiye kirin.
Lijneya Weşanê ya Le Monde Diplomatique kurdî
www.lemonde-kurdi.com
Facebook:
http://www.facebook.com/le.monde.diplomatique.kurdi
Twitter:
http://twitter.com/lemonde_kurdi
Unsubscribe from this newsletter