Dîtina kesatiyên kurd li ser kesatiya Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî yê ku kesatiya wî bûye milkê neteweyekî bi wê yekê hatiye naskirin ku ew berfireh û kûr difikire. Li ser astê cîhanê jî bi serokekî gênc û jîr tê nas kirin û tesîrawî li ser hemû parçên Kurdistanê û bûyerên deverê jî heye.
Kesatiyên kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê bi vî awayî li jêr dîtinên xwe li ser kesatiya Nêçîrvan Barzanî diyar dikin:
Nêçîrvan Barzanî di biryardanê de gncekê bihêz û xwedî îrade ye
Ebdula Hesen Zade sekreterê berê yê Pariya Demokrata Kurdistanê-Îranê û kesatiyê siyasî û rewşenbîrê rojhilatê Kurdistanê dibêje:
Nêçîrvan Barzanî di biryardanê de gncekê bihêz û xwedî îrade ye. Ez hez dikim dîtinên xwe bi kurtî li ser kesatiya Nêçîrvan Barzanî diyar bikim. Raste ez xelkê rojhilata Kurdistanê me, lê dema ez li başûrê Kurdistanê bûm, min rastiyek dît ku divê gişt alî bizanin. Nêçîrvan Barzanî weke serokê hikûmetê di hemû waran dugetinên kûr li başûrê Kurdistanê kirin. Ji bo rastiya gotinên min, gotineke Berhem Salih serokê noke yê hikûmeta herêma Kurdistanê heye ku dibêje; Karê me berdewamkirina kar û xebatên kabîneya pêncê ye. Hêvîdarim kuk ak Berhem tiştekî li ser kabîneya Nêçîrvan Barzanî zêde bike.
Xalake din ewe ku di biryardanê de Nêçîrvan Barzanî gêncekê bihêz û xwedî îrade ye. Çi weke serokê hikûmetê û çi jî weke cîgirê serokê Partî wî teqdîr û hurmeta xwe li ba hemû aliyan heye. Giranî û senga wî li ser biryarên çarenivîs heye. Bi kurtî, kak Nêçîrvan di warê biryardanê de xwedî curet û hîkmete. Di warê hizbî jî de ew şexsekê pêşketî ye û bawerî bi sîstema piloralîzmê heye.
Nêçîrvan Barzanî bi awayekî saxlem bîr dike
Roj Welat berpirsê peuwendiyên deve yê Koma Civaka Kurdistan (KCK) dibêje:
Nêçîrvan Barzanî bi awayekî saxlem bîr dike. dêtinên wê ji bo demokrasiyê, pêkvejiyanê û çareserkirina bi rêya diyalogê cîyê hurmetê ye. Wî bawerî bo metodên şer nîne ji bo çareserkirina pirsgirêka. Ew di guhertinên dinyayê baş têdigihîşe û xemxorê aştiyê ye ji bo bakurê Kurdistanê. Ev helwestên wî cîyê teqdîrê ne. Lê mixabinhertim dewlwta Tirkiyeyê bersiva agirbestên KCK bi operasyona dide. Nêçîrvan Barzanî bawerî bi demokratiyê û pêkvejiyanê heye, ev yek jî ji bo me pir giring e. Ez dixwazim ew, ji bo sazkirina konferensa netewî ya kurdan bi cidî hewil bide. Pêwîste em encamê kar û hizirkirina kak Nêçîrvabibînin.
Wezêfeyeke dîrokî li ser milên serok kak Mesûd Barzanî û Nêçîrvan e
Remzî Kartal serokê kongereya gel dibêje: Wezêfeyeke dîrokî li ser milên serokên başûr e, bi taybetî li ser milên kak Mesûd Barzanî û Nêçîrvan e.
Divê em bizanin ka Îran û Tirkiyeyê çû siyasetek li hemebr kurdan heye. Bi taybetî Tirkiye dixaze kurdan berde hev û şerê hev bikin. Ez ne li dijî têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê me, lê nab eli ser hisaba parçên din yên Kurdistanê be.
Gelek giringe serokatiya Başûr bi hişyarî miamilê digel Tirkiye û Îranê bikin. Bi taybetî kak Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî vê yekê baş dizanin û berpirsiuariyeke dîrokî li ser milên wane, ji berhindê divê gele bi jîrî pêngavan pavîjin.
Nêçîrvan Barzanî mhendisê avadankirina herêma Kurdistanê
Xefûr Mexmurî sekreterê giştiyê Yekêtî Neteweyî Demokratî Kurdistan, endamê berê yê parlamentoya Kurdistanê û endamê kongereya Netewî (KNK) dibêje:
Nêçîrvan Barzanî karî guhertinên mezin di hemû waran de bike. Ew biryarderêkî jîre, dûr difikire, di warê pilandanan û îdarî de seketî bûye, di warê geşepêdan û avadankirinê de şoreşeke mezin li başûrê Kurdistanê pêkanî.
Di warê diplomasî de jî wî bazineyê têkeliyan bi dewletên cîran û cîhanê re berfireh kir û vê yekê wisa kir ku gelek nûneratiyên diplomasî welatên biyanî li Hewlêrê bên vekiirn. Tirsa welatên cîran li ser herêma Kurdistanê nehêla û vê yekê jî tesîr li ser bihêxkirina têkeliyên abûrî, bazirganî û diplomasî hebû. Nêçîrvan Barzanî duîdareyî nehêla. Ez wî weke mhendisê avadankirina herêma Kurdistanê dizaim.
Xemxorê aşitiyê bo bakurê Kurdistanê
Ebdula Demîrbaş hevserokê BDPê dibêje:
Ez Nêçîrvan Barzanî bi kesatiyekî serketî û jêhatî dinirxîn im. Xemxoriya bo aşitiyê li bakurê Kurdistanê û bidawîanîna rondikên daykên kurd, nîşana welatperweriya wî ye. Ew dikar roleke sereke di vî warî de bibîne. Daxwazê jê dikim ji bo pêkanîna kongereya netewî, yekêtiya kurdan, hewil bide.
Tesîreke mezin a herêmî heye
Şêrzad Kemanger berdefkê Partiya Jiyan û Azadiya Kurdistanê (PJAK) dibêje: Nêçîrvan Barzanî di warê siyasî û rewşenbîrî de kesatiyeke bihêz heye, ew yek wisa dike ku wî tesîreke herêmî ya mezin hebe.
Pirsa kurd li her çar parçên Kurdistanê gihiştiye astekê ku pêwîstî bi pêmgavên neteweî heye, ji bo vê yekê jî Nêçîrvan Barzanî di warê siyasî û rewşenbîrî de dikare rol û tesîreke mezin hebe. Li ser dewletên derdor û parçên Kurdistanê jî dikare tesîra wî hebe. Nêçîrvan Barzanî, ji bo çareserkirian pirsa kurd pêngavên baş avêtine.
Eger Nêçîrvan Barzanî ji bo çareserkirina pirsa kurd bikeve navbeyna Tirkiye-Îran û kurdan, kesatiya wî tesîreke mezin dê hebe, jiber ku wî tesîreke mezin a herêmî heye.
Çavkanî: Rumal