Mario Vargas Llosa xelata Nobel a wêjeyî girt
Xelata Nobel a wêjeyî 2010 nivîskarê Peruyî Mario Vargaz Llosa girt.
Akedemiya Zanyariyên Qraliyeta Swêd ji bo nivîskarê got ‘’ derxistina nexşeya pergelên desthilatdariyê û berxwedayina kesayetiyê , serhildan û tasvîrkirina têkçûyinê bi awayekî tesîrdar nîşan daye’’
Mario Vargas Llosa 74 saliye û di sala 1990ê de namzetê serokayetiya Nobelê bû lê nehatîbû bijartin.
Di heman demê de Mario Vargaz Llosa xelata 1.5 milyon dolar girt.
Llosa Îspanyonî diaxife û li dinyayê ji aliyê gelek xwendekaran ve tê hazkirin. Heta niha ji 30ê zêdetir roman nivîsandine. Ji wan Xaniya Kesk ( The Gren House ) û Li Katedralê Sohbet ( Conversation in the Cethedral ) romanên nivîskarên yên seretene.
Di sala 1995an de li dinyayê ji xelata bi zimanê Îspanyoliya herî girîng Cervantesê ve hatîbû bijartin û li qada nawneteweyiyê bi romana ‘’The Time of The Hero’’ ( Dema Lehengê ) hate nas kirin.
Xelata Nobel a wêjeyî di sala 1982ê de ji aliyê nivîskarê Kolombiyayî Gabrîel Garcîa Maruezê ve hatîbû bidestxistin û heta niha nivîskarên Başurê Amerîkayî xelata Nobelê bidestnexistîbûn.
Nivîskar di sala 1993ê de bû hemwelatê Îspanyayê û di sala 1990ê de ji bo serok dewletiyê Perûyê ketîbû hilbijartinê û li hemberê Alberto Fujimorî hilbijartinê winda kirîbû.