Hevpeyvîn

Zêbarî: Niha ew hêza artêşa Îraqê tune şerê PKKê bike

Serokerkanê Îraqê General Babekir Zêbarî, ragehand ku niha ew hêza Artêşa İraqê tune ligel PKKê şer bike û ne amade ye. Zêbarî herwiha da zanîn ku hê jî desthilatên wî tên binpêkirin û fermanên wî nayên cîbicîkirin. Bexda jî naxwaze pirsgirêkên Pêşmerge çareser bike û efserên kurd jî naxwazin di nav rêzên leşkerê Îraqê de bimînin.
 
General Babekir Zêbarî, bi piştrastî dibêje êrîşkirina ser hêz û bingehên PKKê di plana wan de tune. Babekir Zêbarî mixabiniya xwe bi daketina berdewam a rêjeya kurdan di artêşa Îraqê de pêşan dide. Derbarê çareserkirina pirsgirêka pêşmergeyan de jî dibêje du sûpayên çiyayî û sûpayeke polîsan ji Pêşmergeyan tên dirustkirin û ji bo yên din jî divê Bexda û Hewlêr bi hev re rûnin. Zêbarî di vê derbarê de bersiva pirsên Rûdawê dide:
 
Tevgera ligel Tirkiyê
 
Rûdaw: Beşîr Atalay hat Bexda, berî wêya jî çû Hewlêrê, herwiha fermandarê hêzên Amerîka û wezîrê parastinê yê Îraqê çûn Enqere. Gelo ev tevgerên serbazî û ewlekarî ji bo lêdana PKK’ê ne yan ji bo sererastkirina rewşa piştî vekişiyana Amerîkane û naverokeke wan a siyasî heye?
 
Babekir Zêbarî: Tirkiye yek ji 28 dewletên endamên NATO ye, ev dewlet hevkariya artêşa Îraqê dike bi rêya perwerdekirin, şîretkirin û bihêzkirina wê, ji bo ku artêşeke modern ku baweriya wê bi demokrasî û mafên mirovan bê, li Îraqê dirust bibe. Bi sedan kesên me ji wezareta parastinê ya Îraqê çûn Tirkiyê û li wir li ser erkê xerciyên NATO hatine perwerdekirin. Niha jî Tirkiyê roleke di vê meseleyê de dilîze. Herwiha berî şeş mehan jî cîgirê serokerkanê artêşa Tirk hat Îraqê û em civiyan. Tirkiye dewleteke pir mezin e û sînorê wê ligel me berfireh e. Têkiliyên ku niha hene hê jî bipêş dikevin. Derbarê tevgerên dijî PKK’ê, li gor min her tevgerek dijî PKKê bêyî hemahengî ligel herêma Kurdistanê bê kirin, bi ser nakeve. Ji ber hebûna artêşa Îraqê li herêma Kurdistanê tune. Herwiha niha îmkan û amadebûna artêşa Îraqê nîne ku şerê PKK’ê bike. Artêşa Îraqê ji bo derbasî herêma Kurdistanê bibe li gor destûra Îraqê divê moletê ji serokayetiya herêma Kurdistanê werbigre.
 
Atalay ji rojnamên Tirkiyê re got serdana wî ji bo wêya bû hemû alî pirsgirêkê çareser bikin. PKK’ê jî agirbest ji bo mehekê dirêj kir. Gelo wê demê artêşa Îraqê wê amade be êrîş bibe ser PKK’ê?
 
Nexrê, ti amadebûna artêşa Îraqê ya bi vî rengî tune û îmkana wê jî nîne. Artêşa Îraqê bi xwe daketiye, teroreke zêde li Îraqê heye û rewşa Îraqê ne aram û bicih e, kirîza dirustkirina hikûmeta nû heye. Di warê siyasî û ewlekarî de ne aram e, loma artêşa Îraqê ne amade ye tevî şerekî bi vî rengî bibe û eniyeke din a şer li ser xwe veke. Herwiha, ti tevgera bi vî awayî bêyî beşdariya herêma Kurdistanê nayê kirin. Helwesta serokê herêma Kurdistanê jî di vî warî de pir eşkere ye ku herdem tekez dike ku ev pirsgirêk bi şer nayê çareserkirin û tenê bi rêya aştiyane û gotûbjên siyasî tê çareserkirin, loma bi baweriya min şerê li dijî PKKê li herêma Kurdistanê naqewime.
 
Çûna wezîrê parastinê yê Îraqê ji bo Tirkiyê li gor we wek berpirsên kurd ên beşdar di hikûmeta Îraqê de, ti metirsiyê li ser kurdan pêk tîne?
 
Na, bi baweriya min ti metirsiya wê nîne. Îmkanên artêşa Îraqê diyarkirî ne û tiştek bêyî herêma Kurdistanê nikare li herêma Kurdistanê bê kirin.
 
Gotûbêjên di navbera berpirsên leşkerî de bêtir li ser perwerde û hevkêşên siyasî ye?
 
Yek ji pirsgirêkên Tirkiyê ewe ku heta niha negihaye wê baweriyê ku divê ligel PKK’ê rûnê. Heta niha Tirkiye wek rêxistineke terorîst berê xwe dide PKK’ê û lêborîneke giştî dernexist. Li gor dîtina min, ger hikûmeta niha bimîne piştî hilbijartinên dahatû jî û ger bixwaze pirsa kurd jî çareser bike, ne wiha hêsan e çareser bike, ji ber nikare wî dîwarî bişikîne û ligel PKKê bicive ji bo ku bi gotûbêjan çareser bike, ev pir dijwar e. Herwiha ger bixwaze vêya jî bike bi boçûna min hê dema wê nehatiye ji ber guşarên opozîsyon û artêşa Tirk li ser hikûmeta Erdogan hê pir bi hêz in.
 
Berî demekê fermandarê hêzên artêşa Îraqê li Mûsilê ligel fermandarên artêşa tirk rûnişt û gotin civîn wê berdewam bin. Haya we ji vê civînê hebû?
 
Lîjnyeke sêqolî yan rasttir çarqolî ku ji Tirkiyê, Amerîka, Îraq û herêma Kurdistanê pêk tê, civînan dike û dema şand diçin Tirkiyê, nûnerên dezgeha Îstîxbarat û wezareta navxwe ya herêma Kurdistanê jî digel wan in. Ez jî carekê di civînekê de beşdar bûm li Tirkiyê. Ev lîjne bi beşdariya nûnerê herêma Kurdistanê her 15 rojan carekê dicive. Ger di civînekê de fermandarekî ereb ê artêşa Îraqê hebe, ferqa wê tune, ji ber ew nûnerê tevahiya Îraqê ye.
 
Kurd di artêşa Îraqê de
 
Hinek rapor di rojnameyên Amerîkî de belav bûne ku kampînek ji bo kêmkirin û nehiştina kurdan di artêşa Îraqê de dest pê kiriye. Gelo e rast e?
 
Hinek rêveçûnên bi vî rengî di artêşa Îraqê de hene. Hejmareke zêde ya efserên kevin di artêşa Îraqê de hene ku wiha difikirin, nikarim bêjim hewldan nayên kirin ji bo kêmkirina hejmara kurdan, lê xeletiya me kurdan jî tê de heye. Ji ber efserên kurd naxwazin dewam bikin û di artêşa Îraqê de bimînin. Ew dixwazin herin herêma Kurdistanê. Rêjeya kurdan di artêşa Îraqê de niha zêdeyî ji sedî 8 daketiye û kêmtir bûye. Dibe dijayetî hebe, lê em bi xwe jî hevkariya xwe nakin.
 
Divê rêjeya kurdan di artêşa Îraqê de çend be?
 
Divê rêjeya kurdan di artêşa Îraqê de ji sedî 25 be yan jî herî kêmî ji sedî 20 be.
 
We hewl daye rêjeya kurdan zêde bikin?
 
Ma emê çawa zêde bikin? Ciwanên kurd dema kolîjê xilas dikin û dibin efser piştî mehekê artêşê bicî dihêlin û diçin malên xwe.
 
Ew herdu Sûpayên ku biryar bû li Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê ji Pêşmergeyan bên dirustkirin gihiştin ku?
 
Niha em û Amerîkî li ser vê mijarê kar dikin. Hikûmeta Îraqê razîbûna xwe nîşan daye ku sûpayên çiyayî ji Pêşmergeyên li Kurdistanê bên dirustkirin, ligel sûpayeke polîsên federe ku girêdayî wezareta navxwe be.
 
Sala borî te carekê îstîfaya xwe pêşkêş kir, ji ber te got desthilatên te tên binpêkirin û fermanên te nayên cîbicîkirin. Ev pirsgirêk hê mane?
 
Erê hê mane, lê mirov her roj îstîfa nake. Em çaverê dikin piştî pêkanîna hikûmeta nû wê çi bibe.
 
Bi baweriya we piştî pêkanîna hikûmeta nû postên leşkerî jî liberçav bên girtin?
 
Bê guman, ligel postê wezaret û cîgiran, postên leşkerî jî li jêr çavan tên derbaskirin.
 
Çareseriya pirsgirêka meaş, cilûberg û çekdarkirina hêzên Pêşmerge wek ‘hêzên parastina herêmê’ gihişt ku?
 
Dirustkirina du sûpayên çiyayî ji Pêşmergeyan û dirustkirina sûpayeke din ji Pêşmergeyan wek polîsên federe beşeke vê çareseriyê ye. Ji bo Pêşmergên din jî divê hikûmeta federe ya Îraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê bi hev re rûnin û çareser bikin. Berî du salan em gihan qonaxên dawî yên çareseriyê, lê Bexda paşxist û hê jî ew dosye daxistî ye.
 
Ti xemsarî ji aliyê herêma Kurdistanê di vemana vê pirsgirêkê de nebû?
 
Herêma Kurdistanê dixwaze zû pirsgirêkê çareser bike, lê Bexda ev nedixwest.
 
Niha ku Îraq dixwaze çekên giran ji derve bikire, gelek daxuyanî ji aliyê berpirsên Îraqê yên ereb tên dan ku dibêjin nabe Pêşmerge çekên giran bidest bixin. Tu weke serokerkanê artêşa Îraqê di vî warî de çi dibêjî?
 
Çekên hemû sûpayên Artêşa Îraqê çi bin, wê yên herdu sûpayên ku ji Pêşmergeyan jî bên dirustkirin ew bin.

 

Rudaw

Back to top button