CîhanRojev

Plana Zerîf ya li serdana Bexdayê eşkere bû

Her du welatên Amerîka û Suudiye dixwazin Îranê ji Iraqê derbixin, niha tora kehreba Iraqê bi Kendavê ve tê girêdan, Îranê ji kerta kehrebê dûr dixin û biryare Serok Wezîr Kazimî serdana Suudiye û Amerîka bike. Wezîrê Derveyê Îranê hesta metirsiyê kir û xwe gihande Bexdayê.

Şêrwan Mîrza Endamê Fraksiyona YNK li Parlemena Iraqê ragihand, Îran û Amerîka û Suudiye dixwazin destên xwe li Iraqê bi hêztir bikin. Serdana Wezîrê Derveyê Îranê ya Bexda ji bo pêdaçûna wan peywendiyane li gel Iraqê ku heye. Iraq niha dixwaze hevsengiyê li peywendiyên xwe yên li gel welatan de hebê.

Her wiha got: Serdana Serok Wezîrê Iraqê ya Suudiye, peywendî bi dabînkirina uze û enerjiya kehrebê ve heye, Serok Wezîrê Iraqê serdana Amerîka jî dike, Amerîka dixwaze dawiyê bi kirîna kehrebaya Îranê ji aliyê Iraqê ve bîne.

Mîrza got: “Iraq naxwaze çavkaniyên enerjiyê bi tenê yek welat bê, li beramberda Îranî dixwazin li nexşeyê da bimînin. Suudiye û Amerîka jî dixwazin bibin alternatîf û Îranê ji qadê derbixin.

Back to top button