FlaşPolîtîk

Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşên li ser Siûdiyê şermezar dike

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê bi tundî ew êrîşên ku li dijî xetên boriya petrolê yên Şahnişîna Erebistana Siûdiyê hatibûn kirin şermezar kirin û piştevaniya xwe ya tam bo parastina asayiş û aramiya wî welatî tekez kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de ragihand: “Em wan êrîşên ku li ser boriya petrolê ya li Şahnişîna Erebistana Siûdiyê ya bira hatine kirin bi tundî şermezar dikin. Em piştevaniya xwe ya temam ligel Şahnişîna Siûdiyê û pabendbûna xwe ya bi asayîş û aramiya wê dubare dikin.”

Serokatiya Herêmê her wiha piştgiriya xwe ji bo hewl û biryarên Hikûmeta Federal a Iraqê nîşan da û ragihand: “Em piştgiriyê didin wan rêkarên ku Hikûmeta Federal a Iraqê ji bo lêkolînkirina van destdirêjiyan, aşkerekirin û sizadana berpirsên van êrîşan digire ber xwe.”

Di beşeke din a peyamê de, Serokatiya Herêma Kurdistanê hişyarî da ser bikaranîna axa Iraqê bo armancgirtina welatên derdorê û tekez kir: “Nabe bi ti awayî axa Iraqê bibe çavkaniya gef û destdirêjiyan bo ser welatên cîran. Rêzgirtina li serweriya welatan, prensîba cîrantiya baş û penabirina bo diyalog û hevkariyê, rêyên herî guncaw in ji bo parastina asayîş û aramiya Iraqê û bihêzkirina aştî û aramiya tevahiya navçeyê.”

Back to top button