FlaşPolîtîk

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Rêveberê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Rêveberê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê kir. Di civînê de her du aliyan êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin û tekez li ser giringiya zêdekirina berhemanîna petrolê û çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşemê, 14ê Îlona 2026ê, pêşwazî li Rêveberê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê Steve Fagin kir.

Li gorî daxuyaniya fermî ya Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê civînê de nêrîn li ser bihêzkirina peywendiyên dostane û hevkariya navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê li gel rewşa giştî ya Îraq û deverê li hev hatin guhartin.

Her du aliyan êrîşên li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kirin, herwiha tekez li ser giringiya parastina aramî û tenahiya Herêma Kurdistanê jî hat kirin.

Di pareke din a wê civînê de, her du alî li ser giringiya zêdekirina berhemanîna petrola Herêma Kurdistanê û pêşxistina hevahengiyê di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de hevnerîn bûn, bi armanca baştirkirina rewşa darayî, zêdekirina dahatê giştî yê Îraqê û parastina mafên destûrî û darayî yên Herêma Kurdistanê.

Di dawiya wê civînê de jî, daxwaz û tekez li ser pêdivîtî dubare çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê û lezgîniya pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin.

Back to top button