PolîtîkRojev

Pêşmergeyên Roj vedigerin Rojava

Piştî temambûna gera yekema danustandinên di navbera ENKS û Tevdem, gera duyema danustandinan gelek hestiyartir û çarenûssaztirin, ji ber ku pêwîste li gera duyem her du alî biryarê li ser çarenivîsa hêzên çekdarên ser bi her du aliyan bidin, ji bo vegerana Pêşmergeyên Roj ya Rojava û têkilkirina wan ya li gel hêzên Sûriye Demokrat ku eve jî hengaveke giran tê zanîn û rêkeftina li ser vê xalê jî girêya kor ya hemû kêşeyên di navbera wan vedike.

Fesla Yusif Endama Desteya Serokayetiya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriye û Rêkxerê Giştî yê Tevgera Çaksazîxwaza Kurd bi rojnameya “El Arebî Al Cedîd” re ragihandiye hevdû têgihiştina wan gelekin û li hengava yekem jî karên gelek baş hatine kirin, li hengava duyem jî rêkeftina giştgîr û pir bi naverok li ser gelek warên birêvebirina Rojavayê Kurdistanê tê kirin. Hem li rûyê siyasî û kargêrî ve, hem jî li rûyê serbazî ve jî têne kirin. Em careke din ji bo wan guftûgoyan venagerîn ku li gera yekem de biryar li ser hatibûn dayîn. Belku vê carê proseyên girîng û kêşeyên aloz dixîne ber behs û bi piştevaniya Washingtonê dikarîn pêkbînîn.

Rojname dûpat li wê yekê dike hemû egeran de Pêşmergeyên Roj vedigerin Rojavayê Kurdistanê, lê belê bêyî wê yekê ku tu kêşeyeke siyasî lê bê dirust kirin, belku wekî tevgerandina her hêzeke dinê HSD li navçeyan muamele li gel rewşê tê kirin û ji bo eve jî pêwîstî bi dirustkirina lîjneya serbaziya hemahengîkar û mekanîzma guncaw heye. Ji bo birêvebirina hêzan û çawayiya têkilhevkirinê û yekxistina wan li çarçêweya armanca her du aliyan ku pêkhatiye ji xizmetkirina bi Kurdên Bakurê Rojhilatê Sûriye.

Li beranber da berpirsên PYD tu astengiyek ji bo vegerana hêzên Pêşmergeyên Roj ya ji bo Rojava tûne û tenê li ser mekanîzma vegeranê û çawayiya karkirina wan ya li Rojava girifte û dixwazin li gel ENKS jî li ser van du pirsan bi aştiyane rêkbikevin.

Back to top button