CivakRojev

Jinên Daîşî 15.000 dolar didin û ji kampê direvin

Peymangeha Rojhilata Navîn li Washingtonê raporek di derbarê revîna ji kampa Hol ya parêzgeha Heseke ya Rojavayê Kurdistanê belavkir û dibêje; sê rêyên serekî ji bo revîna ji wê kampê heye ku jin û zarokên çekdarên berê yên Da’îş têda heye, lê belê ji bo revînê jî pereyeke zêde dixwaze.

Li raporê da tê gotin ku revîna ji kampa “Roj” degmen rû dide, lê belê rojane xelk ji kampa Holê direvin û gelek car sê heta 4 malbat pêkve ji kampê direvin û di demên derbasbûyî de jî sedan jin û zarokên çekdarên berê yê Da’îş reviyane.

Her wiha dibêje: “Revîna her malbatek nêzîkî 15 hezar dolar tê diçê, lê belê hejmara zarok û welatînameya jinan jî bandorê li ser nirxê revînê dike. Tenê kesek hatiye zanîn ku ji kampa Roj reviyaye û 40 hezar dolar pereyan daye.

Back to top button