CivakRojev

Birazaya Salih Muslim bi destgirtiya xwe re reviya û xwe radestî tirkiye kir

Wezareta Navxweya Kurdistanê daxuyaniyek di derbarê birazaya Salih Muslim belavkir û dibêje: Radestkirina kesek bi navê (Dalya Mehmûd Muslîm) bi tirkiye “ti bingeheke xwe nîne, belku hewleke têkderaneye ji bo veşartina rastiya babetê”.

Îro dûşem 20.07.2020 Wezareta Navxweya Kurdistanê daxuyaniyek di derbarê gote gotên ragihandina PKK belav kir ku qaşo “Herêma Kurdistanê birazayeka Salih Muslîm ji Herêma Kurdistanê ve radestî tirkiye kiribe” belavkir û dibêje: “Daxuyaniya PKK û gote gotên wan şûna ku tometê bibexşin, divê wê pirsyarê li xwe bikin ku ji bo çi xelk dev ji rêzên wan berdide û ji wan direvin, li rêyên qaçax jiyana xwe dixine metirsiyê”.

Wezareta Navxweya Herêma Kurdistanê daxuyaniyê de dibêje: “Dalya Mehmûd Muslîm naskirî bi (Vîyan Şervan) piştî ku dev ji hêzên YPJ berdide li gel çekdareke dinê xelkê Bedlîsa Bakûrê Kurdistanê ya bi navê (Selam Remezan Mihemmed) naskirî bi (Tolhildan) ku ew jî li rêzên YPG bû, peywendiyeke evînî pêktînin û her du jî bi hevre biryara devjêberdana rêzên xwe didin û direvin.”

Her wiha li roja 09.07.2020 Remezan Mihemmed “Bi dilê xwe” vegeriyaye tirkiye û paşê Dalya Mehmûd Muslîm ji bo peywendîkirinê roja 14.07.2002 “bi qaçaxî” diçê tirkiye û paşê li bajarê Mêrsînê xwe radestî polîsên tirkiyê kiriye.

Wezareta Navxweya Herêma Kurdistanê dibêje: “Herêma Kurdistanê bi tu awayekê peywendî bi vê babetê ve nîne”.

Back to top button