CîhanRojev

Tirkiye, Iraqê li ber têhnitiyeke mezin de hiştiye

Mehdî Reşîd Wezîrê Çavkaniyên Ava Iraqê ragihand, welatê wan rûbirûyê qeyraneke kûr ya bê avî dibê, eger li gel tirkiye ya cîranê xwe da rêkeftin di derbarê bendavên avî neke ku bûne sedema kêmbûna ava ku li ser zeviyên hişkên welat de diherike.

Her wiha Reşîd da zanîn ku ew ava îsal gihîştiye bakûrê welat bi rêjeya % 50 kêm kiriye, heman demî de îsal rêjeya baranbarînê jî bi rêjeya % 50 kêm kiriye.

Wezîrê Ava Iraqê dibêje: Me ji Wezareta Derve daxwaz kiriye peyameke bi lez ji bo Wezareta Derveya tirkiye bişîne û ji wan bipirsê sedema kêmbûna ava hatî çiye?

Back to top button