Nivîsar

PKK û şerê PDKÎ

Li Devera Keleşînê tixûbê Kurdistana Rojhilat û Başûr, hêzên PKKê êrîş birin ser pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê. Di encam de pêşmergeyek yê PDKÎ şehîd bû, 3 pêşmerge jî birîndar bûn.Di serî de serokê Kurdistanê Mesud Barzanî û gelek aliyên siyasî li himber vê bûyerê daxuyanî belav kirin û dîtinên xwe gotin.Hukumeta Kurdistanê hewlda ku berpirsên PDKÎ û PKKê di civînekî de bînê ba hev û pirsgirêka heyî bi awayek medenî bê ku kuştinên mestir pêkwerê çareser bibe. Hewldanên Hukumeta Kurdistanê berdewam e.Di encam de ev bûyer li ser axa Başûrê Kurdistanê pêktên û berpirsiyariya desthilata Kurdistanê di vî warî de derdikeve holê.Dema mirov bûyerekî binirxîne ji berî ku temenî û daxwaziyên xwe bêje, pêwîste ku mirov helwesta xwe bide diyar kirin. Lê bi gotinên gelemperî hema bê gotin ku “ Em dijê şerê birakujîne“ “ Bila şerê birakujî nebe“ têra têgihandina çareseriya pirsgirêka nake.Herkesek dizanê ku tevgera kurd di şerê navxwe de û gelek zererên mezin dîtine. Heta radeyekî ev yek bûye sedemê paşketina cihbicihkirina daxwaziyên netewî yên miletê kurd.Bawerim tu kesek welatparêz ku ji bo destkeftina mafê rewa yê miletê kurd xebatê bike, naxwaze şerê çekdarî di navbera tu hêzên Kurdistanî de derkeve.Bûyera di navbera PKKê û PDKÎ nê de derketî cudaye. Ji berî her tiştekî PDKÎ îdia dike ku pasdarên Îranê di vî şerî de cih digrin. Ji berî her tiştekî ji bo karekterê vê pirsgirêkê bê têgihandin, divê ev yek bê zelal kirin.Ji aliyek din PKK rê li PDKÎ digre ku bikevin nava axa Kurdistana Rojhilatê Kurdistanê û li dijê rejima Îranê çalakiyên çekdarî bike.Çewe ku PKK hêzên xwe li hiek deverên Kurdistana Başûr bi cih kiriye, Partiyên Kurdistana Rojhilat jî hêzên xwe yên pêşmerge li sinorê Kurdistana Başûr û Rojhilat cih kirine.Ew axa herêma Kurdistana Başûr e. Ji bo vê jî berpirsiyariyek mezin dikeve ser milê desthilatdariya Kurdistana Başûr.Di vî şerî de PKKê rê li PDKÎ girtiye û divê ev yek bête gotin û piştre behsa zerera şerê birakujî bête kirin.Bê guman her gerilayek bi destê pêşmergeyekî yan jî her pêşmergeyek bi destê gerilayekî bête kuştin, dilê mirov dişewite û ev yek ji bo tevgera azadixwaz a Kurdistanê dibe trajediyek.Em hemû dizanin bandora dewletên herêmê li ser hizên Kurdistanê dibe sedemê yekemîn ku şer bi hevre dikin.Yanî şerê di nava aliyên ku xwe Kurd dibînin de çêdibe feydeyê dide dewletên dagirker û zererê dide kurdan bi tevahî.Li vê derê pirs desthilata partiyan ya siyasîye û cureyê girêdana wan dewletên herêmê ve ye. Dema ev yek bê zelalkirin dê helwestên bûyera jî rastir bêne holê.Li himber bûyeran ne dema şîretaye, dema helwestên zelal û gotina rastiyê ye.27.5.2015Dara Bilek

Back to top button