Dosya

Partiyên Bakur birakujî şermezar kirin

Partî û rêxistinên Kurdistana Bakur li ser şerê navbera PKKê û PDKÎ de daxuyaniyek ji bo Raya Giştî ragihandin.Li navçeya Sîveregê PAK, HAK-PAR, Însiyatîfa Yekitiya PDKê li Bakur, Hereketa Azadî, KOZIK û Nawena Kurdî di bin Alaya Kurdistanê de daxuyaniyek hevbeş di derbarê şerê navbera PKKê û PDKÎ nê de ragihandin.Daxuyanî bi zimanê Kurdî, Dimilî û Tirkî hate xwendin. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê endamê PAKê Çaban Çikman, endamê Hereketa Azadî Osman Îzol û endamê KOZIKê Sef Bakraç hate xwendin.Daxuyaniya çapemeniyê de birakujî bi tundî hate şermezar kirin.Herweha PAK, HAK-PAR û PDK-T  li Amedê jî li ber AZC Plazayê di bin alayên Kurdistanê civîn di derbarê şer û pevçûnên navbera PDKÎ û PKK yê de qewimî ji Çapemenî û raya giştî re daxuyanî dan.Li ser navê PAKê Endamê Birêvebirîya Amedê ya PAKê Minhal Bayram û li ser navê HAK-PARê jî Serokê Rêxistina Amedê ya HAK-PARê Vasıf Kahraman daxuyanî xwend.Rêzdaran di axaftinên xwede gotin ku “Şerê navxweyî yên navbera Kurdan de şerme,zilme û gunehe”.

Back to top button