Nivîsar

Hilbijarin û HDP

Li Tirkiye û Kurdistana Bakur 7ê Hêzîranê hilbijartinên Parlementoya Tirkiye çêdibin.Taybetî li herêmên Kurdistanê du partî hene AKP û HDP.Li bajarên Kurdistana Bakur, herî zêde 6-7 bajaran HDP ji AKPê behtir dengan digre. Lê piraniya bajarên Kurdistanê AKP li pêş e.Lêpirsînên têna çekirin heta niha HDP baraja ku heyî derbas nake. Li hinek lêpirsîna de sinorê barajê de ye û hindekan de jî derbas dibe.Di rastiya xwe de taybetî li bajarên Tirkiye propanganda ku HDP dike tu pêwendî bi pirsa kurd re tuneye.Li Îzmîrê mitinga ku HDPê li darxistî gelekî balkêş bû. Miting girsehî bû, lê tu reng û dengê Kurdistanî lê nebû. Alayên Tirkiye hebûn, lê alayên Kurdistanê nebûn. Weneyên Ataturk gelekbûn.Yanî vekirî xuyadikir ku, kemalîstên Tirk û hevalbendên Cemaeta Gulen tenê ji bo dijitiya AKPê pişgiriya HDPê dikin. Lê dê ev pişgiriya wan xwe dengdanên de jî bide xuyakirin  yan na? ev nayê zanîn.Berpirsên HDPê didin xuyakirin ku, eger HDP barajê derbas neke dê li Kurdistanê kaos û tevlîhevî çêbibe. Herî dawî Pervîn Buldan da xuyairin ku, eger HDP barajê derbas neke dê krîzek mezin derkeve.Buldan da xuyakirin ku, ew barajê derbas bikin jî bi tu awayî li gel AKPê hukumetê çênakin û bi tu awayî hevkariyê li gel AKPê nakin.Di bingehê xwe de ne AKPê yan jî hukumetê tehdît dikin. Rasterast kurdan bi xwe tehdît dikin. Wek din dengê ku HDP bigre radeyek mezin dengê tirsê jî di nav de hene. Başe bi vê yekê dê HDP bigihê li kûderê.Wek din dixweyê ku di hilbijartina de, dengê, HDPê, Qendîl û Îmralî ne wek hev derdikeve. Bêdengiya Ocalan di vê pêvajoyê de wek gazindekî ji Qendîl û HDPê bi xwe tê xwendin.Eger  bi dijitiya AKP û Erdogan hevaltiya HDPê bête kirin ew çewte û HDP bi xwe zererê ji vê dibîne.Na eger ku kurd bêjin ev partiyek kurdiye, HDP xwe wek partiyek kurdî nabîne.Nirxandina Erdogan yan AKPê girêdayê HDPê bê kirin ev bi serê xwe şaşiyek mezin a siyasîye.Pêwiste mirov HDPê di çerçova berjewendiyên milletê kurd de û li gora berjewendiyên netewî Kurdistanî bête nirxandin. Herweha ya rast ewe ku li gora vê helwest bê kifşkirin.N.Firat/Nûçe-Analîz

Back to top button