PKK tim wusa dilive
Di derbarê daxuyaniya KCK ê de berpirsek yê PKKê ye berê Akif Hasan daxuyaniyek da Avestakurd. Di daxuyaniya ku Avestakurd belev kirî de Akif Hasan daxuyaniya KCK dirust nabîne.
Daxuyaniya Akif Hasan:
PKK tim wusa dilive; bi xwe birêve dibe, bi xwe biriyaran distîne, lê belê li xwe nayîne der ku ew e. Bi salan Parlementoyê Kurdistanê yê derveyî welat bitevdigeriya û PKK tucaran ew mîna dezgeheke xwe nedida nîşandan. Lê bi ku ve girêdayî bû? Rast e mirovekî wek birêz Yaşar Kaya serokê wê bû, lê mîlîtanên PKK yên di dezgehê de cih digirtin serê wê dikişandin.
Bi salan digot ku Eniya Rizgariya Kurdistan (ERNK) bi PKK ve negirêdayî ye, ew hêzek serbixwe ye, lê serokê wê jî birêz Ocalan bû û rêberên wê yên meydanî jî kadroyên PKK yên sereke bûn. Yanî cudabûneke berbiçav di navbera ERNK û PKK de tune bû.
Daxuyanî diyar dike ku Şengal perçeyek ji Federasyona Başûrê Kurdistanê ye. Gelo, kengê Başûrê Kurdistanê Bûye federasyon? Çend hikûmetên din hene bi hikûmeta Hewlêrê ya navendî ve girêdayîn? Yan ên daxuyanî nivîsîn nizanin federasyon çiye an jî ew dixwazin di dema pêş de herêm bibe federasyon û Şengal bibe herêmeke wê.
Bêguman Herêm dikare bibe Federasyon û Şengal jî dikare bibe herêmeke wê, lê biriyara vê yekê wê gelê başûr bi xwe bide dema wê girîng bibîne.
Devera Şengalê cihê kêşeyê bû di navbera hikûmeta Federal ya Îraqê û Herêma Kurdistanê de. Piştî şapeya bi serê gelê me yê Êzidî ji aliyê DAÎŞê ve hatî rewşeke nû derket holê û li gorî vê rewşê Herêm hewil dide hem wê rizgar bike û hem dawiya desthilatdariya hikûmeta federal bîne.
Tam di vê demê de PKK dest bi hinek hewildanan dike. Çine gelo? Birastî PKK dixwaze çi bike? Tevgerên wek PKK li ser kirîzan dijîn. Gava li deverekê mij dikeve ew dest bi nêçîrê dike. Nêçîra hestan yek ji taybetmendiyên PKK ye. Hestên gelê me yê Êzidî di vê navberê de nazik in û gelek şewat in.
Yek ji dûr tê û bi van hestan re wiha diaxive: “ Binêrin hûn defacto ji Îraqê cuda bûne, lê hûn ne mecbûr in xwe bi herêmê ve jî girêbidin. Hûn dikarin herêma xwe bi xwe çêkin. Li ber kesekî negerin û bila herkes were ber piyên we û di pêşerojê de li ber we bigere. Hûn dikarin bi alîkariya me hêzeke xwe ya asayîşê, hêzeke xwe ya leşkerî û dezgehên xwe yên cuda ava bikin. Ger hûn bûn xwedî statûyek cuda, hûn dikarin bi hêz herin li ser maseya guftûgoyan di dema pêş de”.
Dibe ku propogandeyek wiha hestan hinekî rake li ser piyan û dilên şikestî hinekî germ bike, lê ne siyaseteke rûniştî ye û bandora wê tenê demikî ye.
Rast e, devera ku hest hefsarê MENTIQ dikişînin li wê derê kelecanek tê holê lê pîlanên dûdirêj û çareserî ji ber çavan winda dibin.
(Akif Hasan – Berdevkê PKK yê berê li Ewropa)