Ev çend roj in nerazîbûneke berfireh li dijî hewlên avakirina “Kantona Şingalê” û “Encumena Êzîdiyên Şingalê” ji aliyê PKKê ve tê kirin û heta niha jî didome.

Li hember vê yekê, Serokatiya KCKê îro di daxuyaniyekê de bersiva wan nerazîbûn û îdiayan da û ragihand, li Şingalê kanton nehatiye avakirin û ew civîna ku li ser çiyayê Şingalê jî hatibû lidarxistin “li derveyî tevgera me” û ji aliyê êzîdiyan ve hatibû lidarxistin.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Me gellek caran aniye ziman ku daxuyaniyên ku behsa veqetandina Şingalê ji Başûrê Kurdistanê dikin, nerast in. Me behsa hebûna rêveberiyeke xweser ji bo Şingalê kiriye lê qet behsa avakirina herêmeke xweser û veqetiyayî ji Başûrê Kurdistanê nehatiye kirin.”

KCKê her wiha diyar kir ku beşek ji medyaya Başûrê Kurdistanê nûçe û îdiayên xelet li ser wan belav dikin û wiha ragihand: “Di weşanên xwe de ew nêrînên ku yên me nînin, dikin yên me. Di vê dema ku têkoşîneke mezin ji bo rizgarkirina Şingalê tê dayîn, belavkirina tiştên bi vî rengî yên ku tevgera me dikin armanc, ne li gorî berjewendiyên netewî yên gelê kurd in.”

Di beşek din a daxuyaniyê de li ser civîna ku roja 14ê vê mehê li ser çiyayê Şingalê hatibû lidarxistin jî wiha hatiye gotin:

“Divê lidarxistina civîneke bi vî rengî ji aliyê gelê êzîdî ve normal were dîtin, çimkî gelê êzîdî rastî jenosîdeke mezin hatiye û hebûna wî gelê di bin tehdîdê de ye. Hevalekî me jî ji ber ku êzîdî ye, tevlî wê civînê bibû. Biryarên ku di civînê de jî hatine girtin bi temamî bi îradeya êzîdiyan hatine girtin.”

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: