Civak
PKK: Teqîna li Taksîmê me nekiriye
Wek tê zanîn îro kesekî li Stanbulê meydana Teksîmê bombe bi xwe ve teqendin û di encamê de 10 polis 32 kes birîndar bûn. Kesê ku xwe teqandî xwestiya li otubusa polisan siwar bibe.
Li gora nirxandinan hinek kesên xwe pispor dizanin dibêjin ku ev teqîn ji aliyê PKK-ê ve hatiye kirin. Lê nûnerê PKK-ê li gel televizyona CNN axivî û gote tu agahdariya min ji vê çelekiyê tuneye. Nûnêrê PKK-ê da diyarkirin ku îro roja dawî ya agirbesta ku PKK-ê ragihandiye. Herweha nûnerê PKK-ê da diyarkirin ku, Murat Karayilan gotiye ku em êdî tu çelakiyên leşkerî li hember hedefên sivîl nakin.