Li qada futbolê komkujî

 

Li bajarê Hondurasê ya bi navûdeng San Pedro Sulayê grubekî bi çek kete nav qada futbulê û gulle berandin. Di bûyerê de herî kêm 14 kes jiyana xwe ji dest dan.

Berpirsyarê Wezareta Ewlekariyê Hondurasê  Leonel Sauceda da zanîn ku li taxakî xêzan ya berbajarê  êrîşekî hate kirin û 10 kes li cihê bûyerê û 4 kes jî li ser rêya nexweşxaneyê mirin.

5 Sucdarên bûyerê digel seyareyên xwe ketin qada futbolê û bi çekên xwe yê giran gullebarandin. Hate diyarkirin ku hêjmarê mirî û brîndaran zêdetirin.

Hate diyarkirin ku sedema êrîşê nehetiyê tespîtkirin. Lê li bajarê San Pedro Sulayê gelek car di navbera çeteyên kokaînfroşan de şerên giran diqewime.

Nerîna min :