Li Stenbolê teqîn: Yek kuştî û bi dehan kes jî brîndarin
Li Qada Taksîmê li nokteyê polîsan seat di 10:30an de teqînekî pêk hat. Di encamê teqînê de 10 polîs û 12 sivîl bi giştî 22 kes brîndar bûn. Rewşa brîna 2 polîsên brîndar girane. Kesê ku ji bombeyê teqand mir û çend kesên gumanbar jî hate tespîtkirin
Teqîn piştî qedandina daxuyaniya Agirbesta Yekali yê PKKê bû.
Kesên brîndar ji nexweşxaneyên wekî Şîşlî Etfal, Taksîm İlkyardim, Alman, Hasekî û Çapayê re hatin rakirin. Lêpirsinek mezin tên şopandin.
Hate îdiakirin ku êrîşkarê xwekûj hewl da ku bikeve nava Minûbusekî Polîsan.
Di teqînê de 2 polîsên tirk bi navê Halîl Keskinbicak û Muzaffer Aslan li nexweşxenaya Şişlî Etfalê di bin ameliyatê de ne.
Di teqînê de kesekî bi navê Gülden Güngör jî bi awayekî giran brîndar bû. Güngör jî li nexweşxaneya lêkolîn û perwerdehiya Cerrah Dr . Siyamî Ersekê di bin amerliyatê de ye.
Gerînendeyê Ewlekariya Stenbolê Hüseyin Çapkın got: Buyerê ku hate jiyandin xemgîniyekî mezine. Kesê ku êrîş kir êrîşkarekî xwekûje.Êrîş ji kîjan aliyê hate kirin nayê zanîn û agahiyekî nehatiye bidestistin.12 kesên hemwelatî û 10 polîs jî brîndar bûn.
Piştî teqînê polîsên tirk li derûdorê bûyerê kordona ewlekariyê girtin. Li ser gelek kolan û qadan ‘ Alarma Sor’ hate dayîn.