Polîtîk

Kurd di bin serokatiya Barzanî û Talebanî de civiyan

   

   
Celal Talebanî serok komarê Iraqa Federal gihişte Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê û li avahiya serokayetiya civata wezîran ji aliyê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistan û Nêçîrvan Barzanî û hejmarek ji berpirsên hikûmî ve pêşwaziyekî germ lê hate kirin.

Paşê serok Celal û serok Barzanî bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî û Kosret Resul Elî serpereştiya civîneke hevbeşa di navbera sekreter û emîndarê hêz û aliyê siyasiyên Kurdistanê û şanda danustankar a Îtîlafa Fraksiyonên Kurdistanî kir.

Di destpêkê de serok Barzanî bixêrhatina amadebûyan kir û ronahî xiste li ser hevdîtin û civînên li gel kesayetî û qewareyê siyasiyên dinê Iraqê û ronahîkir ku piştî wan hemû hevdîtin û civînan rewş ronahî û berbiçavtire. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê jî ku di çarçoveya destpêşxeriya wî de civînên şanda danustankar li Bexdayê berdewamiya xwe heye û tevgereke mezin li destpêşxeriyê de pêkhatiye û rûniştina yekema nûnerên alî û qewareyê siyasiyên Iraqê encamekî baş lê ketiye û ji bo wan hewldanan destxweşiyê jî li serok û şanda danustankar kir ku ji bona nêzîkirina nêrîn û dîtina wan aliyan bi mebesta pêkanîna hikûmetekî hevbeşa nîştimaniya rasteqîne ku hemû pêkhatê serekiyên Iraqê têda beşdar bikin.

Her di axaftina xwe de, serok Barzanî sebaret bi beşdarî nekirina nûnerên Tevgera Goran li civînên Hewlêr û Bexdayê de ragihand ku amadenebûna wan cihê mixabiniyê ye û ev helwesta wan jî helwestekî ji nişkave bû. Bi taybetî di van rojan de ku me hemûyan pêwîstî bi yekrêziya zêdetir heye. Serok Barzanî eve jî xiste rû ku li kombûna pêş da ”min bi wan ragihandibû ku eger her pirsgirêkeke wan heye ez amademe çareser bikim û gûh li nêrîn û dîtinên wan bigrim.”

Di derbarê posta serokomar jî de, serok Barzanî got: ”Em wiha bi hêsanî dev ji wê postê bernadin, helwesta hinek kesayetî û aliyên Iraqî wiha lê kirin ku zêdetir sûr bîn li ser wergirtina wê postê, ji ber ku wekî pêkhata duyem li Iraqê da mafê meye em wê postê wergirîn û em qebul jî nakîn xelkekî din pirsgirêkên xwe li ser hesabê kurd de çareser bike.”

Di derbarê hewlên pêkanîna hikûmeta nû jî, serok Barzanî tekîd li wê yekê kir ku bi bêyî beşdariya her sê pêkhatên serekiyên Iraqê hikûmeta nû ser nagirê, ji bo wê yekê ”heta dawiyê em hewl didin ku wan hemû pêkhatê sereke beşdarî di vê hikûmetê da bikin.”

Ji aliyê xwe ve serok Celal li ser meseleya posta serokomar rawestiya û ragihand ku li her dû xulan da li aliyê serok Barzanî ve ji bo wê postê hatiye berbijêr kirin û li dema derbasbûyî de jî û bi şahidiya hemû aliyek kariye wekî îraqiyek reftarê bike û pêgîriya kurd jî li ser wergirtina wê postê her wekî serok Barzanî balkişand ji bo helwesta hinek aliyan vedigere ku li çend cîhan ragihandibû ku nabe wê postê bidin kurdan, wekî berê nabe ku kurd hemwelatiyê pileya du be û mafê wî nebêe ku wê postê wergire û dûpatî jî kir ku kurd wekî her pêkhateke din mafê xwe heye wê postê wergire û beşdariyeke çalak jî di birêvebirina Iraqê da hebe.

Roj Nurî Şaweys serokê şanda danustankara kurdistanî tîşkî xiste li ser kombûna roja çarşema derbasbûyî ku bi amadebûna nûnerên çar lîsteyan li Bexdayê birêveçû. Encama kombûnê jî bi awayeke serkeftî wesif kir, ji ber ku berî wê civînê tu aliyek wiha bi destecem’î razî nedibûn kombibin û tekîd jî li wê yekê kir ku destpêşxeriya serok Barzanî rehendekî mezin wergirtiye û ji aliyê Neteweyên Yekgirtî û Komkara Erebî û welatê Tirkiye û gelek welatên Erebî û biyaniyan ve piştgîriyeke tevahî wergirtiye ku wekî tenha çareseriyek ji bo derçûna Iraqê ji wê qeyrana siyasiya ku tê ketiye tê dîtin û ragihand ku aliyê kurdî bûye sedemê serekiyê çareserkirina pirsan û berjewendiya bilinda Iraqê jî xistiye pêş hemû berjewendiyek û hêvî xwest ku hemû aliyek piştgîriyê li wan kombûnan bike ku duyem wan roja yekşemê li Bexdaya birêvediçe.

Her li vê kombûnê da, Roj Nurî Şaweys bersîva her du lîsta Hevpeymaniya Nîştimanî û Iraqiye sebaret bi karnameya Kurdistanî xiste rû û paşê ji aliyê amadebûyan ve bi têrûtije hate şîrove kirin û bi têbînî û nêrîna sekreter û emîndarê aliyê Kurdistanî û endamên şanda danustankar dewlemendtir kirin. Serok Barzanî jî sebaret bi wan bersîvan ragihand ku pêwîste bi îmzakirî bêne şandin û ew daxwaz ne daxwaza lîsteyek an qewareyeke, belku daxwazên gele in û ragihand ku kurd bi tu awayekî dev ji posta serokomar û her wiha wan daxwazên dinê girêdayî bi maddeya 140 a destûr bernade.

Hêz û aliyê siyasiyên Kurdistanê û şanda danustankara Îtîlafa Fraksiyonên Kurdistanî dilgiraniya xwe di derbarê helwesta vê dawiyê ya Tevgera Goran derbirîn û biryar dan ku lîjneyek ji bo guftugokirina li gel wê tevgerê bête pêkanîn ku bi mebesta vegerandina wan ya li nav Îtîlafa Fraksiyonên Kurdistanî û ji bo yekalîkirina helwesta Kurdistanî jî sebaret bi hevpeymanî girêdanê biryar dan ku li kombûna roja 7ê çirya paşîn da ku civîna dawî dib bête yekalîkirin.

Back to top button