Polîtîk

Serok Barzanî : Em dev ji posta serokatiya Komarê bernadin

Serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî da xuyakirin, ku ew bi hêsanî dev ji posta serokê komara Iraqê naberdin û reftarên hinek serdarên Iraqî weha kir, ku ew bêtir ji bo wergirtina evê postê rijd bin (bi israr bin).

Evroj êvarê serokê herêma kurdistanê, serokê Iraqê û berpirsên din, kombûnek li dîwana encûmena wezîrên herêma kurdistanê saz dan û tê de, behsa rewşa niha ya Iraqê û herêma kurdistanê kirin.

Serokê herêma kurdistanê di evê dîdarê de bi xêrhatina hemû alîyan jî kir û behsa dîdar û kombûnên xwe yên bi alîyên siyasî re kir û da xuyakirin, ku piştî evan dîdar û kombûnan, pirs aşkira û zelal bûne.

Serokê herêma kurdistanê behsa dan û standinên şandeya kurdî ya li Baxdadê jî kir û tekez kir, ku encamên baş ji duv ewan dan û standinan hatine pêş û destxweşî li serokê evê şandeyê û endamên wê kir.

Serokê herêma kurdistanê di evê peyivîna xwe de behsa vekişîna Bizava Gorran a ji hevgirtina fraksiyonên kurdistanî jî kir û got, ku ne amadebûna Bizava Gorran mixabinî ye û ev hilwestê Gorran ji nişkê ve çê bû.

Serokê herêma kurdistanê got, ku di evê demê de ew hemû pêdivêyî hev in û got, ku wî di kombûna berî niha jî de ji Gorran re gotibû, ku heger pirsek wan heye ew amade ye ji wan re çareser bike û guhdarîya bîr û nerînên wan bike.

Di bareya pirsa posta serokê komara Iraqê jî de serokê herêma kurdistanê got, ku ew weha bi hêsanî dev ji posta serokê komara Iraqê naberdin û hilwestên hinek alîyên Iraqê weha kiriye, ku ew bêtir rijd (bi israr) bin û daxwaza evê postê bikin.

Serokê herêma kurdistanê got: em wek pêkhata duyema Iraqê, ji mafê me ye ku em evê postê werbigirin.. em qebûl jî nakin, ku ewên din pirs û giriftên xwe li ser hesaba kurd çareser bikin.

Di bareya pêkanîna hukûmeta nû ya Iraqê jî de serokê herêma kurdistanê tekez kir, ku bê beşdarbûna hersê pêkhatên serekîyên Iraqê, hukûmeta nû pêk nahê û ew dê pîkolan bikin, da ku hemû pêkhatên Iraqê beşdarîyê di hukûmeta nû de bikin.

Serokê Iraqê Celal Talebanî jî got, ku ew di herdu xolên derbasbûyî yên serokatîyê de, her ji alîyê serokê herêma kurdistanê ve ji serokatîya Iraqê re hatiye kandîdkirin. Weha jî got, ku posta serokê komarê ji mafê kurd e.

Serokê şandeya hevgirtina fraksiyonên kurdistanî Roj Nûrî Şaweys jî da xuyakirin, ku encamên dan û standinên wan ên bi alîyên siyasîyên Iraqî re pozetîv in û da zanîn, ku pêşinyarên serokê herêma kurdistanê hêzek mezin dane prosesa diyalogê.

Hêz û alîyên siyasîyên herêma kurdistanê û şandeya hevgirtina fraksiyonên kurdistanî, dilgiranîya xwe di bareya hilwestê Bizava Gorran de dan nîşandan, belê di heman demê jî de biryar hat dan, ku komîteyek pêk bihê da ku di kombûna 07/11/2010 de, guft û go bi Bizava Gorran re bihên kirin.

PNA – Peyamner News Agancy

Back to top button