Cîhan

Îran deynê xwe yên derve eşkere kir

Hate daxuyakirin ku di sala 2010an de deynê Îranê yên derve bi giştî 18.9 mîlyar dolar e.

Li gor nûçeya Ajansa Nûçeya Farsê deynê Îranê yên derve di sala 2009an de 20.9 mîlyar dolar bû lê îsal 2 mîlyar dolar hate kêmkirin û bû 18.9 dolar.

Hate gotin ku di sala 2006an de deynê Îranê yên derveyê  bi giştî 23 mîlyar dolar bû. Di nivîsê de balkişandin ser kêmbûna deynên  Îranê jî .

Di nûçeyê de rezervên Îranê jî hatiye eşkerekirin li gor nûçeyê rezervên Îranê jî nêzîkî 100 mîlyar dolar e.

Aboriya Îranê pirtir li ser petrol û firotina derve yên berhemên petrolê ne. Îran ji xeynî firotina berhemên petrolê , nêzîkî 22 mîlyar dolar jî ji îxracatê (dervefiroşî) peyda dike.

Back to top button