Cîhan

Misr konsolxane û senterekê bazirganî li Hewlêrê vedike

Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û şandeya pê re di îarîoveyê serdana xwe ya bo Misrê de duhî li Qahîreyê digel Reûîd Mihemed wezîrê bazirganiyê yê hikûmeta Misrê civiyan.
Di civînê de wezîrê bazirganiyê yê Misrê got: ”Ev serdana şandeya herêma Kurdistanê bo Misrê gelek bi mana ye. Birêz serikwezîr kesêkî ezîz û dostê Misrê û misrîyan e. em hêviya serketên ji bo herêma Kurdistanê dixazin.”

Herwesa wezîrê bazirganiyê yêMisrê di axaftina xwe de got ku Misr dixaze sermayegozariya xwe li herêma Kurdistanê berfireh bike û ji bilî vekirina konsolxaneyê, Misr dê senterekê mezin yê bazirganî jî li herêma Kurdistanê veke.

Ji aliyê xwe ve Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê got ku herêma Kurdistanê xwedî tecrûbeyeke abûrî ya pêşeng e û her pirojeyekê li herêma Kurdistanê bê encam dan, ew piroje dê di berjewendiya hemû Îraqê de be. Salih daxaz ji wezîrê bazirganiyê Misrê kir ku bi serokatiya şandeyeke bazirganên misrî serdana herêma Kurdistanê bike.

Salih got: ”Misr di warê xizmetgozariyên darayî û bankayan de xwedî tecrûbeyeke zengîn e û pêwîstiya me bi şarezayî û tecrpbeya Misrê heye. Misriyan cîyekî taybet di dilê kurdan û îraqiyan de heye û Kurdistan bi germî pêşwaziyê li misriyan dike.”

Weke tê zanîn şandeya herêma Kurdistanê a bi serokatiya Berhem Salih ji her yek ji Sînan Çelebî wezîrê bazirganiyê, Felah Mistefa serokê fermangeha têkeliyên derve û Hêriş Miherim serokê konseya sermayerazandinê pêk tê.

Back to top button