Cîhan

Joseph Biden telefonî serok Barzanî kir

Doh 31.10.2010 Jozeph Biden cîgirê serokê Dewletên Yekgirtiyên Amerîka (DYA) bi rêya peyweniyeke telefonê re digel Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê piroseya pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê gotûbêj kir.

Di vê pêwendiya telefonî da her du alîyan guftugo di derbarê hewlên dawî yên pêkanîna hikûmeta nû û jivana rûniştina parlamentoya Îraqa Federal kir.

Cîgirê serokê DYAyê ji bona pêkanîna hikûmetê ji aliyê lîsteyên serketiyên Iraqê, destpêşxeriya serokê herêma Kurdistanê bi pêngavekî girîng wesif kir.

Her wiha her du alî li ser pêkanîna hikûmetekî hevbendiya nîştmanî ku tevahiya pêkhatên Iraqê bêyî îhmalkirina tu pêkhateke îraqî kokbûn da ku li ser ast û daxwaz û pêdiviyên gelên Iraqê be. Di heman demî de her du alîyan dûpat kirin ku hemahengî û pêkvekarkirina wan berdewam dibe.

Back to top button