Civak

PKK rêz li xwîna şehîdan karesata Şingalê nagire

Qayîmeqamê Şingalê ragihand ku, li ser erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê riya sereke ya Şingalê tê nûjenkirin û heta niha jî ew bajarok bi temamî ji mayînan nehatiye paqijkirin, ji ber ku gelek mayîn vedayî mane. Herwiha da zanîn ku ewê hemû tedbîrên yasayî li hember PKKê bikar bînin, ji ber ku naxwazin ji avahiyên hikûmî yên Şingalê derkevin û rêz li xwîna şehîdan û karesata Şingalê nagirin.Mehma Xelîl Qayîmeqamê Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Tîmên rakirina mayinan li Şingalê berdewam in li ser karên xwe û heta niha zêdetirî % 50 ji bajêr paqij kirine û bi hezaran ton mayîn û teqemenî rakirine, ji ber ku gelek mayîn li Şingalê hatibûn vedan û tenê di tunêlekê de 7 ton û li goristanekê jî 5 ton TNT hatibûn danîn.”Xelîl wiha got: “Li ser erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê riya sereke ya Şingalê tê nûjenkirin, lê heta niha Hikûmeta Iraqê ti pêngav bo nûavakirina Şingalê navêtiye.”Herwiha da zanîn ku ewê hemû tedbîrên yasayî li hember PKKê bikar bînin, ji ber ku naxwazin ji avahiyên hikûmî yên Şingalê derkevin û rêz li xwîna şehîdan û karesata Şingalê nagirin.  

Back to top button