Cîhan

Dawudoglu: Têkeliyên Tirkiye û herêma Kurdiatnê stratejîk in

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja şemiyê 26.12.2015ê bi serokatiya şandeyekê bi serdaneke fermî gihişte Tirkiyeyê û li Stenbûlê digel Ehmed Dawud oglu serokwezîrê Tirkiyeyê civiya.Di civînê de dawî pêşhatên herêmî bi giştî û têkeliyên navbera herêma Kurdistan û Tirkiyeyê di hemû waran de, bi taybetî di warê êkonomî û bazirganî de nirxandin.Serokwezîrê Tirkiyeyê hêvî xwest ku têkeliyên Hewlêr û Enqereyê di hemû waran de zêdetir xurt û berfirehtir bibin û têkeliyên welatê xwe yên digel herêma Kurdistanê bi têkeliyên stratejîk û giring wesif kirin û got ku Tirkiye li ser piştgiriya herêma Kurdistanê berdewam dibe.Nêçîrvan Barzanî tekîd li ser wê yekê kir ku herêma Kurdistanê qîmeteke mezin bi têkeliyên xwe yên digel welatên cîhanê bi giştî û Tirkiyeyê bi taybetî dide û got jî ku Hewlêr dixwaze di hemû waran de têkeliyên xwe bi taybetî digel Tirkiyeyê pêş bixe. Barzanî sipasiya alîkarî û hevkariya Tirkiyeyê bo herêma Kurdistanê kir.Di civînê de, her du aliyan behsa rewşa ser tixûbê navbera herêma Kurdistan û Tirkiyeyê kir ku gelek caran ew rewş bûye sedema daxistina deriyên ser tixûb û vê yekê jî bandoreke xerap li ser her du aliyan hebûye, daxwaz ji Tirkiyeyê hat kirin ku bi her awayî ji bona parastina aramiya ser tixûban bixebite daku tevgera bazirganî bi awayekî normal b erdewam bike.

Back to top button