Pêwendiyên Hewlêr û Enqere hêztir dibin

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Tirkiyeyê de, roja şemiyê 26.12.2015ê li Stenbulê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê digel Receb Teyb Erdogan serokomarê Tirkiyeyê civiya.Di civînê de reweşa herêmî bi giştî û têkeliyên navbera Tirkiye û herêma Kurdistanê di hemûm waran de hatin nirxandin û di vê çarçoveyê de, serokomarê Tirkiyeyê tekîd li ser wê yekê kir ku, herêma Kurdistanê û Îraq ji bo Tirkiyeyê gelek giringin û  ji bona ku ew têkelîyên dostane bihêztir bibin xebatên wan dê berdewam bin.Erdogan, di heman demê de, tekîd kir ku piştevaniya welatê wî di hemû waran de bo herêma Kurdistanê, bi taybetî di şerê  dijî DAÎŞê de berdewam dibe.Nêçîrvan Barzanî tekîd li ser xurtkirina têkeliyên Hewlêr û Enqereyê kir û li ser navê xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya Tirkiyeyê kir ji bona wê alîkariya leşkerî û însanî ya Tirkiye pêşkeşî herêma Kurdistanê dike û hêvî xwest her du alî zêdetir giringiyê bi têkeliyên xwe yên di warê bazirganî û aborî de bidin.Her du aliyan, di civînê de, tekîd li ser wê yekê kir ku di vê rewşê de giringe dîdar û hevdîtin di navbera Tirkiye û herêma Kurdistanê de  berdewam bin daku bi baştirîn awayî rûbirûyê bûerên diqewimin bibin û emin û aramî li hermê berdewam be. 

Nerîna min :