CîhanPolîtîk

Di kongresa Amerîkî de Kurdistan tê gotubêj kirin

Di vidyoyek di nav Kongreya Amerîka de hatî girtin de, di destnîşan kirina fermandarê nû yê hewbeş ê Artêşa Amerîka de hatiye gotin li ser dewleta Kurdî û hêza pêşmerge vê bê axaftin. Yêk ji endamên Kongrê di bêje: ‘’Rêveberiya Amerîka ji Kongrê re gotiye Kurdan bi hêz biken , Ewa tiştekî demek dirêje li ser berdewam kar tê kirine.’’ Joseph Dunford ku piştî Martîn Dempsey bû Serok Fermandarê hewbeş ê artêşa Amerîka di derbarê Kurd û Pêşmerge û herwaha dewleta Kurdî de peyam û gotarên giring dan û got; ‘’Dikare Îraq bibe 2 beş Kurd û Şîa. Ez ji bo awabûna dewletekî Sûnne derfetên kû heyî têr nabînim.’’ Herwaha berdewam dike; ‘’Kurd hêza herî mezin û bi bandorin li ser zemînê Îraq û Sûriyê de, vê dawiyê me destpê kiriye ku em çek didin wa û bi hêz dikin.’’ Herwaha li ser pirsa yasa danêrekî ku; ‘’her li naha we ji serok Obama re bê ragihinin ku Îraq bête sê beş kirin an na?’’ Serok Fermandarê Hêzên Hewbeş dibêje: ‘’Ez dikarim pêşbîniya 2 dewlet li Îraqê de bikim. Zihmete em bikarin 3 dewletê serbixwe ava biken, ji ber li herêma Sûniyen de çi dahatek nîne. Birastî heger Îraq bi be 3 dewlet, bê hebûna dewletekî nawendî bi rêvebirin wê gelek zihmet be.’’Bas

Back to top button