PKK li himber banga muhtemel a Ocalan Provakasyona dike.!
Pîştî banga serokê MHPê ji bo Ocalan, gelek rûdanên cüda rûdan û helwesta aliyên siyasî û taybetî helwesta Qendil a du dilî tu cara nahat têgihandin.Piraniya aliyên siyasî ji dere PKKê li ser danina çekan erênî bûn. Lê taybetî aliyên siyasî yên kurdên bakurê Kurdistanê heta wek vê gavê ne ji aliye dewletêve û ne jî ji aliye PKKê ve wek muxatab nehatin nasakirin. Gelo vê yeke heta çi radeyê bala partiyên kurda li bakurê Kurdistanê kişandiye ew pirsek din e.
Piştî hevdîtina heyeta DEMê ya Îmralî, roja 23.12.2024ê Hevseroka DEMê Tulay Hatimogullari, Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, Cîgirên Hevserokên Giştî û hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve Ebru Gunay û Berdan Ozturk li Hewlêrê serdana Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî kirin.
Lê di eslê xwe de vê heyetê di bin perda YNKê de berpirsên Qendil re civiyan. Ev heyet û kesayetên di vê heyete de cih digirtan wek heyeta Îmralî nafikiriyan û bi awayekî li dijê vê pêvajoya ku dê destpêke bûn. Ji bo vê jî civîna li gel Qendil de li ser awayê provakekirna pêvajoya ku ew behsê dikin gotubêj hatin kirin.
Herweha arnceka vê serdanê ew bû ku, li gora rolê PDKê di van pêvajoyan de pûç bikin. Lê rastiya heyî û taybetî rolê PDKê di vê pêvajoya ku hesas de, ev gava wan vale derêxist. Niha serdana heyeta Îmralî ya başûrê Kurdistanê û hevdîtina wan li gel serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sere xwe babetek taybete ku, ka kî ji bo destxistina mafên miletê kurd di nava hewldana de ne û kî jî ji bo astenga bi leyiztikên erzan di rêya destxistanina mafê rewa yê gele Kurd de kemîna çêdike eşkere dike.
Niha heman provakasyonê li dijê banga muhtemel a Ocalan li rojavayê Kurdistanê dikin. Wek tê zanin piştî serdana yekem a Îmralî û daxûyaniyên rayadarên Tirkiye, li rojavayê Kurdistanê hinek xwepêşandan hatin kirin, balkêşbû ku di carayekem bû, xwepêşandanên di insiyastifa PYDê de hatîn li darxistin wene û posterên Ocalan tunebûn. Alayên PKKê nehatibûn hildan. Ev yek ek wek peyamekî ku, helwestek hêdî ji bo berjewendiyên xelkê rojavayê Kurdistanê xwe ferz dike.
Lê niha yanî 15ê Sibatê PKK bi insiyatifa Qendil ji bo kaşo“ komploya navneteweyî “li çend bajarokên rojavayê Kurdistanê xwepêşandana çêdikin.
Di vê derbarê de nûçeya ku, malpera PKKê hawarnews ê de hatî weşandin bi vî awayî ye:
Nûçeya Hawarnews:
Bi minasebeta salvegera 26’emîn a komploya navneteweyî ku 15’ê Sibata 1999’an li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatibû pêkanîn û ew radestî dewleta Tirk a dagirker hatibû kirin, wê li Qamişlo, Girkê Legê û Dêrikê mitîngên şermezarkirinê bên lidarxistin.
Mitîng ji aliyê înîsiyatîfa gel ên van bajaran ve tên organîzekirin û hersê jî roja 15’ê Sibatê (2025) bên lidarxistin.
Li gorî agahiyên ku înîsiyatîfên gel ên bajaran dane ANHA’yê, di mitîngan de ji bilî şermezarkirina komployê, wê banga bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan jî were kirin.
Ji bo mitîngan li bajarok û gundên Dêrik, Girkê Legê û Qamişlo jî, amadekariyan destpê kiriye. Di vê çarçoveyê de li bajarên Qamişlo, Amûdê, Til Hemîs, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê, Til Koçer, Dêrik û gundewarên wan civînên gel tên çêkirin û banga tevlîbûnê tê kirin. Her wiha bi riya komînan agahdarî tên kirin.
Li gorî agahiyên înîsiyatîfan bernameya mitîngan wiha ye:
QAMIŞLO
Dîrok: 15 Sibat
Cîh: Li pêşiya Stadyuma Şehîdên 12’yê Adarê
Saet: 12.00
Bajarên ku dê tevlî bibin: Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê, Til Hemîs
GIRKÊ LEGÊ
Dîrok: 15 Sibat
Cîh: Qada Şehîd Xebat
Saet: 12.00
Bajarên ku dê tevlî bibin: Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer
DÊRIK
Dîrok: 15 Sibat
Cîh: Pêşiya Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Suriyeyê
Saet: 12.00
Ev helwestek e di serî de li dijê aliyên PKKê yên ku dixwazin navmala kurd de li rojavayê Kurdistanê de yekrêziyek peydabibe. Ev helwesteke hemû îdiayên Tirkiye di qada navdewletî de rast derêxin, ev helwest ji hemîyê girngtir, li dijê destxistinna mafên rewa yên rojavayê Kurdistanê û herweha li dijê yekrêziya aliyên kurd li rojavayê Kurdistanê ye. Herweha ev helwesteke li dijê banga muhtemal a Ocalan ji bo devjêberdana çakan bikê ye.
Rastiya xwe de Mazlum Ebdî hêja ji eksana PKKê nakriye xwe rizgarbike . Pêwiste ew jî xwedî biryar be.
11.2.2025
Nêrîn/Şirove