CîhanRojev

Ger hemû rehîne neyên berdan, dê Qiyamet rabe…!

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku, eger heta roja Şemiyê demjimêr 12.00ê hemû dîlên li Xezeyê neyên berdan ew ê peymana agirbestê betal bikin. Herweha Trump hişyarî da Misir û Urdunê û got: “Eger Misir û Urdun penaberan wernegirin ez ê alîkariyê bibirim.”


Trump dema ku rêzek fermanên îcrayê îmze kir ji rojnamevanan re got ku biryar di dawiyê de bi destê Îsraîlê de ye. Lê wî hişyarî da ku, eger dîlên mayî neyên berdan, dê “qiyqmet rabe” û anî ziman ku ew ditirse ku gelek ji wan mirî bin. Trump her wiha got, “Ez bi navê xwe diaxêvim, Îsrail dikare qebûl neke û wek xwe bike.”


Trump bi gotina “Eger Misir û Urdun penaberan negirin ez ê alîkariyê bibirim” her du welat kirin armanc û got, “Eger heta roja şemiyê saet 12.00’an hemû rehîneyên li Xezeyê neyên berdan, ez ê agirbestê betal bikim.”

Back to top button