PKK ji Şingalê derneketiyê û cilûbergên polîsên federali li çekdarên xwe kiriye

Berpirsê Liqa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Şingalê Qadir Qaçax ragihand heta niha baregeha mezin a polîs li Şingalê radestî hêzên polîsên federal nehatiye kirin û çekdarên PKKê ji Şingalê derneketine.

Îro roja çarşemê 02.12.2020an Qadir Qaçax ji BasNBewsê re axivî û da zanîn PKK hewl dide Neteweyên Yekgirtî bixapîne û niha cilûbergên polîsên federalî li çekdarên xwe dike û çekdarên PKKê ji Şingalê derneketine.

Qadir Qaçax dibêje ti nêta PKKê tuneye ku ji Şingalê derkeve û bi tene armanca wê ew e ku Neteweyên Yekgirtî bixapîne.  Qaçax got: “PKK heta niha mezintirîn baregeha polîs a li navenda Şingalê radestî hêzên federalî yên Iraqê nekiriye. Niha ew çekdarên xelkê Şingalê yên ser bi PKKê li baregehên embî bi cî bûne û çekdarên PKKê yên ne xelkê Şingalê jî çûne ketine tunelên li ser çiyayên Şingalê. “

Herwiha Qadir Qaçax amaje bi wê yekê jî kir proseya cîbicîkirina xalên rêkeftinê pêwîstî bi çavdêriya herdû nûnerên Hikûmet Herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekgirtî heye û ligor zanyariyên wan çekdarên PKK cilûbergên çekdarên Iraqê liberxwe kirine û hîn jî li nava bajar in. Ligor rêkeftinê divê PKK ji bajêr derkeve û heger PKK li bajêr bimîne wê metirsî berdewam bike penaber nikarin vegerin Şingalê.

Nerîna min :