Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Rûsya li Iraqê kir

Roja çarşem 02.12.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Maksîm Maksîmov Balyozê Rûsya li Iraqê û şandeke li gel kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Rûsya li Iraqê silavên Sergey Lavrov Wezîrê Derve û Mikhail Bogdanov Nûnerê Taybetî yê Serokê Rûsya bi Serok Barzanî gihand.

Her li vê hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên navçeyê guftûgo kirin û her wiha balkişandin li ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê.

Li beşeke dinê civînê de tekez li ser berfirehtir kirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Rûsyayê kirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: