Li Diyarbekirê devera navçeya Karazê li ser çemê Ambarê gelek cihên dîrokî hene. Nevçeya Diyarbekirê Karaz bi pembuyê xwe navûdeng e. Spehîtahiya xwezayî gelek hêjaye û herkesê diçe deverê dibînê di bin bandora spahiyetiya xwezaîya deverê de dimîne. Li geliyê çemê Ambarê devera Diyarê Mala gelek eserên kevnareyê dîrokî hene. Taybetî di demsalên Bihar û Havînê de gelek geştiyar serdana deverê dikin.
Gelek eserên kevnare li gelîyê Çemê Ambarê hene, herweha tehtên ku wek şeklê Timsaha gelek balkêşin û xelkek ji bo van tehta bibîne serdana deverê dikin.