PolîtîkRojev

Hukumet ji bo dayina miaş civiya

Hukumet a  Kurdistanê biryar da, mûçeyê meha Cotmehê sibê were dayîn û şanda hikûmetê jî di demek nêzîk de serdana Bexdayê bike.

Îro serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civiya.

Di destpêka civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji her kesî zêdetir xemxurê jiyan û debara xelkê Kurdistanê ye û hemû hewl û şiyana xwe bi kar tîne ji bo dabînkirina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku heqên darayî yên Herêmê, mafekî rewa yê xelkê Kurdistanê ye û ew ti car dest jê bernadin û di gotûbêj û danûstandinên ligel hikûmeta federal a Iraqê de ji bo dabînkirina mafên destûrî yên Herêmê, berdewam in.

Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kir: “Em di van rojan de jî bi awayekî berdewam ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Encûmena Wezîran li ser xetê bûn, ku soz dane mijara şandina mûçeyan di çend rojên dahatû de çareser bikin. Lê belê eger ji ber her sedemek, di dema xwe de para mûçeyên Herêmê ji Bexdayê neyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê neçar bibe ku ji bo tijekirina valahiyê, xwe bispêre deynan û deyn bike, heta ku para mûçeyan a terxankirî ji Bexdayê were û piştre pereyên Bexdayê li şûna deynan were danîn.”

Piştî gotûbêj û danûstandina fikr û ramanan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi navê Encûmena Wezîran biryar da, roja pêncşemê 3 Kanûna 2020an, dest bi dabeşkirina mûçeyên meha Cotmehê were kirin bi wê dahata ku li ber destê Wezareta Darayî ye.

Herwiha Encumena Wezîran biryar da, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demeke nêz de serdana Bexdayê bike bi mebesta nîşandana rijdbûna xwe li ser maf û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê.

Back to top button