PKK ji bilî Kurda di xizmeta herkesekî de ye..!
Di vê dema hêzên HTŞê û opozisyona Surî cardin çalak bûn û li himber rejima Suriye dest êrîşan kirin, di demak kurt de bê ku Artêşa Suri berxwebide bajarên wek Idlib, Helab û Hemayê wergirtin. Herweha di heman deme de li Tirkiye û bakurê Kurdistanê geşedanên balkêş çêdibin.
Niha li Suriye hêzên opozisyonê dema Til Rifat wergirtin, helwesta PKKê çibû? Gelo PKKê li Til Rifat şer kir yan li gel opozisyona Suri li hev hat û bajar radestî wan kirin. Piştre jî dest dezenfarmasyon û propagandeya dakirkeriyê û mexduriyetê kirin. PKK li Suriye deverên di deste xwe de dikare bê ku şer bike hemûyê radestî hêzên HTŞê û opozisyona Suri bike.
Di siyaseta PKKê ya Suriye û rojavayê Kurdistanê tu girêdanek destkeftiyên netewî yên Kurdistanê re tüneye. PKK bi tene li rojavayê Kurdistanê û Suriye Kurdan wek lejyonera ji bo berjewendiyên aliyên din dide kuştin.
Tu armancek PKKê ya destxistina mafê netewî yê Kurdan tûneye. Ew devera navê wê ne Kurdistan be û bibe Bakurê rojavayê Suriye yan jî tiştek din çi pêwendiyek statûyeka Kurdistanî re heye? Demografiya rojavayê Kurdistanê ji aliye PKKê ve hatiye guhetin. Wan bi gelek zanebûn ereb anîn li Kurdistanî cih kirin. Dî sibehî jî wek tiştek nebûye xwe ji hemû gunehan xalî bikin û bi propagande û dezenfarmasyona siyaseta xwe bidûmînin.
Niha Helwesta PKKê li Suriye çiye, hevalbendê rejimiyê yan yê opozisyonê ye.? Herweha li gora PKKê li Suriye ne rojavayê Kurdistanêbe! Kî kûderê dagir dike?
Yek rê li pêşiya PKKê heye divê deste xwe yê qirêj û sîxûrî ji nava kurdên rojavayê Kurdistanê bikşîne û li rojava hêzên Kurd û aliyên siyasî eniyek Kurdistanî û netewî avabikin û ji bo destxistina statûyekî li herêma Kurdistana rojava destve bînin. Rewşa navnetewî ji bo vê yeke guncav e.
Duyem di vû qonaxê de Tirkiye li gel Ocalan rojane hevdîtina dike. Diyalog di navbera Ocalan û Qendil de di çavderiya dezgehên dewleta Tirk de berdewam e. Partiyên wek DEMê yên girêdayî PKKê niha du alî li berxwedidin, nikarin tercihekî di navbera Qendil û Ocaln de bikin.
Dewleta Tirk li himber aligirên Qendil bi tundî tevdigere û hewldide ku, DEMê bi temamî berbi Ocalan ve bîne. Dema ku Tirkiye bawer kir ku, dêma wê hatiye û veca projeya “ tesvîyekirina PKKê“ dê pêkwerê ji raya giştîre hertiştekî eşkere dike. Dê herkesek bibînê ku, wê Ocalan ji girtigehê derkeve û di bin deste dezgehên dewletê de kar bike.
Heta niha hertişta Tirkiye li himber PKKê dike, ji operasyona bigrin heta tayînkirina qayuma agahiya Ocaln heye û li gel dezgehên dewletê bi hemahengi kar dikin.
Ji aliyek din ve Li Suriye pêwendiyek bi daxwaziya Tirkiye Ocalan navbera PKKê û hêzên opozisyona Surî de heye.
PKK li Suriye û rojavayê Kurdistanê ji bo parastina axa Kurdistanê şer nake. Eger berjewendiyên Amerika bixwaze dê li hinek deveran berxwe bide. Wek din her devera ku di bin kontrola wan de yan radestî rejime yan jî HTŞê dikin. Ev çarenûsa siyaseta dij Kurdistanî ya PKKê ye.
Berpirsên PKKê daxûyaniyên didin de vekirî didin xûyakirin ku, ji bo diyalogê her aliyekî re amade ne, li gel Tirkiye diyalogê dikin, li gel rejima Esed dikin, li gel HTŞ dikin ,li gel Arteşa Azad dikin.. Lê bi tene li gel aliyên Kurdistanî nakin.. Ev yek jî misyona PKKê dide kifşkirin.
Bala xwe bidinê, ew gotina di wextê xwe de Ocalan digot: Li Suriye Kurdistan tûneye, Kurdên Suriye(Rojavayê Kurdistanê) ji bakur hatine bila cardin vegerin cihê xwe..
Niha gav bi gav ev proje bi deste Tirkiye Ocaln cihbicih dibe. Eve serkeftina PKKê li rojavayê Kurdistanê..
Lê dixweyê Rojhilata Navî de guhertinên pêşerojê de çêbibin dixweyê biawayekî berjewendiyên Kurdan ve digunce. Baweriheye ku, dê li rojavayê Kurdistanê jî ji derveyê PKKê statûyeka herêmî çêbibe. Hingê gelek tişt ji bo pêşeroja Kurdistanê tên guhertin…
6.12.2024
Nêrîn/Şirove
N.Firat