Serokê HTŞê Kiye?
Serokê Heyeta Tekrîr li Şam (HTŞ) piştî kontrolkirina bajarê Hemayê li navenda Sûriyê cara yekem e ku daxûyaniyekî dide.
Serokê HTŞê ku beriya niha bi navê Ebû Mihemed El-Colanî daxuyanî dabûn, vê carê yekem car bi navê xwe yê rast Ehmed Şera desteserkirina Hemayê pîroz kir.
Ebû Mihemed Colanî, fermandarê berê yê El-Qaîde, di nav komên çekdar de xwedî navûdeng bû û her tim weke fermandarekî wêrek dihat naskirin.
Di sala 2016’an de piştî ku ji El Qaîde veqetiya, koma xwe ya bi navê Eniya El-Nusra ava kir, ku beşek ji bakurê rojavayê Sûriyê kontrol dikir.
Colanî dema ku fermandarê leşkerî yê El Qaîdeyê li Iraqê bû û 5 salan di girtîgehê de ma, ji aliyê artêşa Amerîkayê ve dîl hat girtin, lê piştî hatina DAIŞê hat berdan.
Li ser fermana serokê DAÎŞê Omer El Bexdadî, Colanî bo Sûriyê hat şandin daku roleke sereke di pêşveçûna DAÎŞê li wî welatî bilîze.
Piştî derketina çeteyên DAIŞ’ê Ebû Mihemed El-Colanî Meclîsa Rizgarkirina Sûriyê(HTŞ) ji Idlibê ava kir û saziyên hikûmeta rizgarkirinê li bajêr ava kir.
Hefteya borî, dema ku êrîşa li ser Idlibê dest pê kir û piştre Heleb kontirol kir, navê Colanî belavtir bû, û çendîn caran bi kincên leşkerî di vîdyoyan de xuya bû ku tê de şîret li şervanên xwe dike ku welatiyan biparêzin û nekevin tu malekê.
Ebû Mihemed El-Colanî, ku niha bi navê Ehmed Şerîa tê naskirin, niha ligel şervanên HTŞê xwe amade dike ku pêşveçûnekê ber bi Himsê ve, ku 165 kîlometre dûrî paytexta Sûriyê Şamê ye, bike.
Colani, ku di sala 1982an de li Girên Golanê ji dayik bûye, got ku malbata wî ji ber êrîşa Îsraîlê koçber bûne.