PKK dikare yekalî jî ji dev çek berde
Eve demek dirêje li Tirkiye, hewldana hinek guhertina bi nave “vekirina demokratîk“ berdewame. Bi destpêkirina vê prosesê rastiyek derketiyê hole ku, hêdî Tirkiye bi zehmetî bê jî ber bi guhertinekî ve diçe û bi heta radeyekî Tirkiye qalikê xwe duguherînê. Bivê nevê di vê prosesê de astengên mezin çêdibin, car caran hukumet disekine û tirsa sekinandina prosesa vekirina demokratîk peyda dibe û ev yek hêviya xelkê kêm dike. Lê di rastiya xwe de, ev guhertinên çêdibin dê Tirkiye ber bi cîhana pêşketî ve bibe û ji bo destkeftina mafên kurdan zemînek erênî payda bibe. Dema mirov di vê perspektife ve li pirsê binêre, nirxandin û şirova çikas cudabin jî piranî bi awayek erênî bandore xwe li vê prosesê dike.
Gelek caran hatiye kifşkirin ku astenga herî mezin di rêya guhertinên li Tirkiye de, ew dezgeh û kesên dixwazin ev statuqu ya ji avakirina cumhuritê ve heyî berdewam be. Yanî statuqu parêzin ev bere (cephe) jî gelekî berfirehe û bi hêz e. Herweha ji dewletê û ji kurdan jî terefên ku ranta vê statatuquyê û tevlîhevbûna heyî dixwin û jiyana xwe ya siyasî û civakî li ser rijandina xwînê avakirîn hene. Ew tu caran naxwazin şefafî çêbibe da ku rojek ji rojan qirêja karên wan dernekeve hole û rûyên wan yê rast eşkere nebe û ew xweşiya li ser xwîna xelkê avakirîn neherife.
Dema şefafî çêbibe rastî derkeve hole, wê berjewendiyên gelek terefan têk here û xelk jî hêdî çêtir bikaribin li gora rastiya heyî ramanên xwe avabikin û wê misteva jiyana siyasî û civakî bête guhertin û pîvanên civakî û ehlaqi jî bibin tiştek din.
Van rojên dawî beşek statûquparêz û yên ku leşkeran dawetê çêkirina înkilaba leşkerî dikin, dibêjin tirsa wan ewe ku; Inqilabek sivîl pêkwerê û hukumet û Ak-Partî ber bi avakirina diktatoriyek siyasî ve here. Li Tirkiye dema cumuhriyet hatî avakirin heta sala 1946-ê desthilatdariya yek partiyekî hebû, ji xwe îro ew kesên hukumetê bi vê yekê tawanbar dikin piraniya wan derdora siyaseta diktatoriya yek partiyekî tên. Di demokrasiyan de tu cara diktaroya yek partiyekî ne mimkine.
Ji aliyê Kurdan ve rewş cudaye. Niha piraniya Kurdan û PKK bi xwe jî dibeje ku; Divê pirsa Kurd bi rêya aşitîyê û diyalogê û bi metoden demokratîk bête çareserkirin. Bê goman çareserî ji bo herkesekî tişteke. Lê ya herî girîng li vê derê piraniya kurdan bi hevre rêya çareseriyê di metodên demokratîk de dibînin. Gelek caran di demê şerê dijwar de PKK-ê bi însiyatîfa xwe agirbestek yekalî îlan kiriye. Ni ha li vê derê pirs eve: Gelo mademkî bawerî bi aşitî û demokrasiyê heye ji bo çi PKK bi insîyatifa xwe û çavderiya platformek Kurdistanî berfireh, ji dev şerê çekdarî bernade û bi awayek vekirî siyasetê nake. Ev helwesta PKK-ê wê samimiyeta hukumeta Tirkiye jî derêxe hole û herweha dê pişgiriyek mezin li cihanê û herêmê peyda bibe. Bê goman ev wek baweriyeke ku mirov dikare gengeşê li ser bike. Lê di rastiya xwe de çek destên PKK-ê deye û ew xwedî biryarêye. Herweha ji kurdan ew kes û terafên naxwazin ev şer xilas bibe ihtimalek mezin dê dijitiya fikreyek bi vî awayî bi weşartî bikin.
BDP-ê di parlementoyê de gruba xwe ava kir. Hêvî ewe ku BDP pêvajoya derbas bûyî bi awayek berfireh binirxîne û kemasiyên bûyîn tesbît bike li gora wê jî bi awayek nûjen tir xebata xwe ya parlementoyê berdewam bike. BDP vê yekê nekê wê siyaseta tund ya astengan di rêya vekirina demokratî de çêbike berdewam be. Ev yek jî dê ne di berjewendiyên kurdan de be. Hêvî ewe ku bikaribin siyaseta xwe bi awayek serbixwe rêvebibin pîvana siyaset û helwesta wan bibe berjewendiyên kurdan.
Dixweyê Emîne Ayna soz daye ku zimanê Kurdî fêr bibe. Ji xwe heta kesên kurd siyasetê bi kurdî nekin nikarin eş û elema kurdan jî têbigihin. Kurd divê siyaseta xwe bi kurdî bikin ku milet jî ji wan fam bike. Eger Ayna Kurdî fêr bibe dê rastiyê jî baştir bibîne û siyaseta xwe de jî maqûltir be.
14.01.2010
Dara Bilek