Doh li Sasonê leşker û cerdevanan şer kiriye

Batman – Li gora nûçeyek ku di malpera serfermandariya lêşkerên Tirkiye de belav bûyî, doh li herêma Batmanê li devera Sasonê şerek di nav leşkeran û hêzên çekdarên PKK-ê de derketibû. Di encama vî şerî de, uzman çavuşek hatibû kuştin û yek jî birîndar bibû. Piştî vê bûyerê li herêmê û hinek deverên din yên Kurdistanê amadebûna operasyonên berfireh hatê kirin.

 

Lê îro li gora nûçeyan ev şer ne di nav leşkeran û PKK-ê de çêbûye, cerdevanan ev uzman çavuş kuştine. Niha serferfandariya leşkeran di vê derbarê de lekolînê dike. Ji bo rastiya vê pirsê eşkere bike. Lê dixweyê ji bo provakasyonekî ev xeber bi awayek çewt hatiye belav kirin û rastiya vê bûyerê jî ji destpêkê ve ji teref leşkeran ve tê zanîn.

 

Nerîna min :