Polîtîk

Serokê Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li xanim Bironslava Tomaşova balyoza Komara Çekî a Iraqê kir.

   

   
       
Îro dûşemiyê 18.01.2010ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li xanim Bironslava Tomaşova balyoza Komara Çekê a Iraqê kir.

Di hevdîtinê de, salyoza Komara Çekê a Iraqê, xweşhaliya bi vê serdana herêma Kurdistanê derbirî û behsa pêwendiyên di navbera herêma Kurdistan û Komara Çekê kir û ragihand ku pêwendiyeke dîrokî li navbera her du aliyan da heye û Komara Çekê niha xwedî nivîsîngeheke bazirganiye li Hewlêra payetext û serpereştîya pêwendiyên bazirganiyan dike, û got:

– Gelê çekî her wekî kurda êş û azareke mezin ji destê hukma totaliter ve kişandine, ji bo wê yekê ji êş û azarên kurd baş têdigihin û hêvî dixwazin ku ew sozên ku civaka navdewletî bi kurd daye cih bi cih bibin, ji ber ku gelê kurd wekî neteweyek hêjayî wan hemû tiştane.
Serok Barzanî jî bi xêrhatina Bironslava Tomaşova balyoza Komara Çekê a Iraqê kir û tekîd li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera herêma Kurdistan û Komara Çekê kir û got:

– Tecrûbeyeke zîndî a hevbeş gelê kurd û gelê çekî digihîne hev, ew tecrûbe jî wê yekê îspat dike ku tu yekgirtineke bi zorê sernagirê. Hun neteweyekin çanda we cudaye û bi xweşî li hev cudabûn, bi tekîdî ve dibêjim dema milet biryar bide ku ew bi xwe hukimdariya xwe bike ew tişteke saxlem e û di berjewendî hemû aliyek deye û xelk divê bi azadî û aştiyane bijîn.

Di mijareke dina hevdîtinê de, li ser pêvajoya niha ya Iraq û herêma Kurdistanê û girîngiya hilbijartinên nû ya parlamentoya Iraqê gûftugo kirin.

Balyoza komara Çekê a Iraqê cext li ser girîngiya binyatnana demokrasî li Iraqê, çareserkirina pirsgirêkên helawestiyên di navbera herêma Kurdistan û Iraqa Federal û encamdana serjimêriyeke paqij kir û got:
– Mana wan pirsgirêkan bi bê çareserî ne di berjewendiya Iraqê daye û pêwîste maddeya 140ê, yasaya neft û gaz û yasaya dabeşkirina dahata neft pêkve bêne cih bi cih kirin û ji bo piştgîrîkirina proseya hilbijartinê jî ji bilî sefaretxaneyê em dê çend tîmeke Komara Çekê wekî çavdêrên navdewletî bişînin Iraqê.

Serok Barzanî li beramber vê mijarê de got:
– Ew mesele hemû bi awayekî zelal di destûrê de hatine behis kirin, maddeya 140ê madeyeke destûriye û eger bihata cih bi cih kirin Iraq tûşî van hemû pirsgirêkan nedibû. Niha jî eger ev made neyê çareser kirin Iraq tûşî gîr û girifteke mezintir jî dibe. Em wekî gelê Kurdistanê girêdayî wê destûrê ne ku niha heye û ew destûr jî mîsogeriya mayîna Iraqê ya bi yek parçeyiye.

Back to top button