Polîtîk

Neqebûlkirina kîmyabarana Helebçe weke jenosîdê hukumeta herêmê diligiran kir

Berdefkê hikûmeta herêma Kurdistanê, li dor biryara cezakirina tawanbarên kîmiyabarana bajarê Helebceyê, di daxuyaniyekê de got ku hikûmeta herêma Kurdistanê hurmetê ji birayara dadgeha bala a tawanan a Îraqê re digire, lê di heman demê de hikûmeta herêma Kurdistanê li hember wê yekê ku dadgayê ew tawan weke jînosîda qebûl nekir dilgirane.

Kawe Mehmûd berdefkê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyabiyê de dibêje:

– Hikûmeta herêma Kurdistanê hurmetê ji biryara dadgeha bilnd a tawanan a Îraqê û serxwebûna dadgehê re digire û li gor hikûmeta herêma Kurdistanê sepandina ceza bi ser tawanbaran de cureke ji edaletê.

– Tevî ku em edaletê di cezayê tawanbaran de dibînin, lê belê bi awayekê fermeî ne qebûlkirina wê tawanê weke jînosîda em dilgiran kirine, ji ber vê yekê berpirsê dosyeyê biryar girtine ku biraya dadgehê temîz (îtîraz) bikin.

– Tawana kîmiyabarana Helebceya şehîd derheqê xelkê sivîl û bê guneh hatiye encam dan, yên ku bûyîne qurbaniya wê tawanê jî hevwelatiyên sivîl bûn, ji ber hindê ew tawan li dijî mirovatiyê hatiye encam da û hêjayî hindê ye ku bi jînosîda bê qebûlkirin.

Weke tê zanîn dadgeha bala a tawanan a Îraqê di roja 17 vê mehê de, li ser dosyeya kîmiyabarana Helebceyê, cezayê îdamê da Elî Hesen Mecîd (Elî Kîmyayî), 10 sal zîndan bo Ferhan Mutlek, 15 sal bo Soltan Haşim û 15 sal bo Sabr Durî dan.

Back to top button