Polîtîk

Azad Berwarî pêşwazî li Poll Von kir

Îro li Hewlêrê Azad Berwarî cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li Poll Von sefîrê Almaniyayê yê li Îraqê û şandeya pê re kir.

Di dîdarekê de ku konsolusê Almaniyayê yê li hewlêrê jîê amade bû, xurtkirina têkeliyan, pêşhatên herêma Kurdistanê û Îraqê û hilbijartinê parlamentoya Îraqê hatin gotûbêj kirin.
Cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Almaniyayê de bi giring wesf kirin û kar ş xebatên konsolxaneya Almaniyaya li hewlêrê di warê perwerdekirina kadiroyên hikûmetê bilind nirxandin.

her di vê dîdarê de bi berfirehî behsa hilbijartinên parlamentoya Îraqê ku qewle di 7ê adarê de bên kirin, gotûbê j kirin û behsa rola kurda di serxistina pirosesa siyasî de kir û di vî warî de Berwarî tekîd li ser wê yekê kir ku her çiqas dê hêzên siasiyên Kurdistanê bi lîstên cihê beşdariyê di hilbijartinan de bikin, lê hemû teref dê li ser berjewendiyên bilindên gelê Kurdistanê yejdeng bin.

Berwarî got:
– Serokatiya Kurdistanê dixaze hilbijartinên Îraqê aram û paqij birêve biçin û encamên wê di berjewendiya gelên Îraqê de bin û bibine sedemî îstîqrar û avadankirina welêt. Û herwesa ji bo çaresekirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê derfetên baş pêbîne.

Back to top button