Komara Çekê piştevaniya avakirina Kurdistanê û tevaya Îraqê dike
Hewlêr – Li Hewlêrê Bironslava Tomaşova sefîra komara Çekê ya Îraqê serdanan fermangeha têkeliyên derve yên hikûmeta herêma Kurdistanê kir û ji aliyê Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve ve hat pêşwazî kirin.
Di dîdarekê de ku Xazî Xeylanî berpirsê ofîsa bazirganiya komara Çekê a li Hewlêrê amade bû, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yên hikûmeta herêma Kurdistanê ji şandeya mêvan re bi kurtî behsa rewşa siyasî û emnî a herêma Kurdistanê kir û xebatên hikûmeta herêma Kurdistanê yên di warê teşwîqkirina sektora taybet û xurtkirina bizava bairganî kir û ew derfetên hikûmeta herêma Kurdistanê ji şîrket û kompaniyên navxwe û biyanîre pêkanîne berçav kirin.
Bironslava Tomaşova sefîra komara Çekê ya Îraqê di axaftina xwe de tekîd li ser pêxistin û berfirehkirina têkeliyan û giringiya binyatdanana demokrasiyê û bazarê azad kir got ku di vê çarçoveyê de komara Çekê amadeya hevkarî û alîkariyê bi herêma Kurdistanê û tevaya Îraqê re bike.
Hwerwesa sefîra welatê Çekê daxuakirin ku ew dê ji nêzîk ve weke çavdêr beşdariyê di pirosesa hilbijartinên parlamentoya Îraqê de ku, biryare di 7.3.2010ê de çêbibin, bikin.
Her di vê dîdarê de behsa hatina kompaniyên komare Çekê bo herêma Kurdistanê û beşdariya wan di avadankirina herêma Kurdistanê û Îraqê de kir.
Pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û deverên arîşedar û şareserkirina wan bi rêya diyalogê û li gor destûrê mijarên din yên dîdara di anvbera berpirsê têkeliyên derve yên hikûmeta herêma Kurdistanê û Bironslava Tomaşova sefîra komara Çekê ya Îraqê bûn.