Polîtîk

Serok Barzanî piştgîriyên serok Muemer Qezafî ya ji bo gelê Kurdistan û şoreşên wê bilind nirxand

Duhî yekşemmiyê 17.01.2010ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li şandeyeke bilinda welatê Lîbyayê a bi serokayetiya Mehmûd Cebraîl emîndarê civata gel ji bo karûbarên pêşxistina aborî (Wezîrê Pêşxistina Aborî) û endametiya her yek ji Elî Yusîfî li dezgeha cîhanî Qezafî ji bo civaka xêrxwazî û Seîd El Herîrî li nivîsîngeha hevkariya navdewletî û Weatim El Xeriyanî li dezgeha Lîbya ji bo veberhênan û birêvebirê giştî kompanyaya nefta Lîbya.

Di hevdîtinê de, serokê şandêeya mêvan xweşhaliya xwe bi vê serdana herêma Kurdistanê derbirî û behsa aramî û pêşveçûnên Kurdistanê yên di hemû waran da kir û ragihand ku gelê Kurdistanê girêdayîye bi axa xwe ve û xwedî serkirdayetiyeke hekîmane.
Herwesa serokê şandeya Lîbyayê got ku Kurdistan herêmeke dewlemende û di warê pêşxistina aboriya wê de, Lîbiya dikare alîkariya herêma Kurdistanê bike.
Şandeya mêvan hêvî xwest ku ew pêwendiya dostaneya ku li navbera herêma Kurdistan û welatê Lîbyayê heye biçê warê praktîkê de û pêwendiyên di navbera her dû aliyan pêş bikeve û balkişand li ser helwesta serokê Lîbya Muemer Qezafî ku herdem li gel gelê Kurdistan û doza rewaya Kurdistanê bûye.

Serok Barzanî jî bi xêrhatina şandeya Lîbyayê kir û balkişand li ser pêwendiya dîrokiya di navbera her du gelê Kurdistan û Lîbya, helwest û piştgîriyên serok Muemer Qezafî ya ji bo gelê Kurdistan û şoreşên wê bi bilind nirxand û tekîd jî li wê yekê kir ku ew helwest qet nayên ji bîr kirin û hêvî jî xwest ku pêwendiyên di navbera her du gelê Kurdistan û Lîbyayê de bigihe asteke gelek bilindtir.

Back to top button