Serokê Kurdistanê li gel Serok Bajarvaniyên Herêma Kurdistanê civiya
Selahedîn – Yekşem 17/01/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn li gel Serok Bajarvaniyên Herêma Kurdistanê civiya.
Li destpêka civînê de, Wezîrê Bajarvaniyê, ji bo li rexsandina vê derfetê ku guh li gîr û giriftên Bajarvaniyên Herêmê bigrê, bi navê xwe û amadebûyan ve spasî Serok Barzanî kir. Li gor wan pêşniyarên ku dixine rû bêne çareser kirin û tekîd jî li wê yekê kir ku şîretên Serok Barzanî dibin sedema wê yekê ku zêdetir xizmet kirina hemwelatiyên Kurdistanê bikin û balkişand li ser wan xizmetguzariyên ku li kabîneya berê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêşî hemwelatiyan kirine û dûpat jî kir ku li kabîneya nû ya Hikûmetê da girîngî bi warê cih û warên geştuguzar didin bo ku bibin du jêderên serekiyê darayiya Herêmê.
Civîna Serokê Kurdistanê li gel bajarvaniyên Kurdistanê
Paşê Serok Barzanî li gotarek da bi xêrhatina amadebûyan kir, balkişand li ser wê yekê ku mebest ji vê civînê eweye ku ji nêzîk ve agahdarî asta xizmetguzariyên Wezareta Bajarvaniyê bibe û çawa wê astê bilind bikin û li vî warî de balkişand li ser van sê xalên serekî:
1- Parastina Paqijiya Herêmê
2- Girîngîdana bi geştguzar
3- Dabeş kirina zevî li ser hemwelatiyên Kurdistanê da
Sebaret bi paqijiya Herêmê, Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ew hemwelatiyên geştuguzarê dikin piştî temambûna geşta wan paşmayên xwe bi cih dihêlin ku eve jî diyardeyeke neşîrîne ku heqe hemwelatî hest bi berpirsiyarêtiya xwe bike û jîngehê kirêt neke, ji ber ku eve întîba’êkî neşîrîn dide wan biyaniyên ku têne Kurdistanê.
Raste paqijî û xawênî erkê bajarvaniye lê belê divê hemwelatî jî ji bo bajarvaniyan alîkar be.
Di derbarê xala duyem jî Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku Kurdistan xwedî nefteke zêdeye, lê belê ew neft rojek tê diqede, ji bo wê yekê pêwîste zêdetir girîngî bi jêderên din bidin ku ew jî geştuguzar û cih û warin ku bi sedema dahatiyan ve dikarin Herêmê birêve bibin û cîhan jî bi Kurdistanê aşîna bikin.
Li ser xala sêyem jî Serok Barzanî behsa diyaredeya dabeş kirina zevî bi awayeke ne adîlane kir û ragihand ku ewê hatiye kirin û divê bê çareser kirin nexwe ji niha û pêde êdî nabe hemwelatî ji yek zevî zêdetir sûdmend bibe.
Li dawiya civînê de, ku hejmarek ji Serok Bajarvaniyan amadebûn, çend gîr û giriftên xwe xistin rû ku pêwendiya wan bi berfireh kirina desthilat û budçe û parastina jîngeh û nehiştina diyardeya zêde gaviya ji sînorê bajarvaniyan da hebû.
Li vî der barî de Serok Barzanî piştgîriya xwe ji bo pêşniyarên Serok Bajarvaniyan dûpat kir û tekîd li wê yekê kir ku ew pêşniyar û daxwazê wan dê bête nirxandin û biryara pêwîst li ser bête dayîn.