Polîtîk

Parêzer dixwazin pirsa kurd bi metodên demokratîk bête çareserkirin

Baro ya Diyarbekir, bi navê  “ Baro Vekirinê Gengeşe dikin“ civînek darxistin. Baroyên 43 bacaran tevlî civînê bûn û civîn du rojan berdewam kir. Dema civîn dawî hat , serokê Baroya Diyarbekir bi navê dawî bûna civînê daxuyaniyek da . Di daxuyaniyî de hat eşkerekirin ku; “ Divê pirsa kurd li Tirkiye bi medotên demokratîk bête çareserkirin. Divê pirsa kurd di nava demokrasiyê de, li ser bingehê wekheviyê bê çareserkirin. Di çareseriya pirsa kurd de em tu awayî tundiyê qebul nakin. Li Tirkiye çareseriya pirsgirêkan çêkirina desturek sivîl ve girêdaye. Divê şer bi temamî bête sekinandin û formilek ji bo vê bête dîtin.“

Back to top button