Di bernameya bergeh a ASOsat TV de ku ji alî rojnamevan Cemal Batun ve tê birêvebirin, Hediye Guzel – sekretera ragihandinê ya Serokê Partiya Çep a Swêdê Lars Ohly diyarkir ku hewldan ji alî Serokê Partiyê ve hatiye dan ku tevayiya muxalefeta Swêdê yekalî Pirsa Kurd roja çarşemiyê gava rewşa navneteweyî di Parlementoyê de dê bête munaqeşekirin bikin babetek rojevê.

 

Bernameya Bergeh bi birêvebiriya Cemal Batun û panela Bergeh – siyasetmedar Dara Bilek û nivîskar Keya Îzol xalên astengiyê li pêş Tirkiye û pêvajoya demokrasiyê û bi taybetî pirsgîrêka Kurd girtin destan û nirxandin. Herweha munaqeşeyên derdora destûrê, pirsgîrekên di navbeyna eskeran û AK Partî, rewşa muxalefetê û demokrasiyê û gelek pirsên din di hefteya dawï de li Tirkiye rûdayî jî gengeşe kirin.

 

Hediye Guzel –  sekretera ragihandinê ya Serokê Partiya Çep a Swêdê jî bi rêya telefonê beşdariye bernameya Bergeh kir. Li ser pirsên Cemal Batun û panela Bergeh – Keya Îzol û Dara Bilek, Guzel diyarkir ku “Li Tirkiye pereyên ji alî Yekîtiya Ewrûpa ve ji bo pêşvexistina demokrasiyê hatine dan qet li herêmên Kurd nehatine bikaranîn ku di rastiyê de herî zêde pêwîstiya demokrasiyê heye. Partiya  Çep  dê dev ji vê babetê neberde û bîne rojeva yekîtiya Ewrûpa. Herweha Partiya Çep a Swêdê bi biryar e ku pirsa Kurd û pirsgîrekên di pêvajoya demokrasiyê li Tirkiye de tên jiyandin bibin babetek girîng di helwêsta YE de. Li ser pirsa we girêdayî muxalefeta li Parlementoya Tirkiye ez dikarim bibêjim ku ji xwe partiyek nîjadperest-faşîst bi navê MHP heye, niha Serokê Partiya me Lars Ohly jî dibêje ku tu ferqek di navbeyna MHP û CHP de nema ye, ew jî bûye partiyek nîjadperest-faşîst. Min/me bawer dikir ku AK Partî dikare hin gavan di pirsa Kurd de bavêje, lê heta niha gûherînên kozmetîk pêkhatin e, dibe ku asteng jî hebin, lêşker pêşî lê bigrin, lê bi ser vê de jî gûherîn tenê kozmetîk in!

 

Balkêş bû ku Hediye Guzel destnîşankir – ew bawer e Tirkiye di navbeyna 5 salan de dikare bibe endamê YE. Lê, herweha hêvîdar e ku di pirsa Kurd û pêvajoya demokrasiyê de hin gavên girîng hatibin avêtin. Guzel got ku piştî girtina DTP ku partiyan wan a xwişk bû, ew niha bi vî çavî jî li BDP dinerin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: